şewî yekşemme waqî’ bû le małî ême penhanî

çûn bo ser de’wet
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  470 Dîtin
şewî yekşemme waqî’ bû le małî ême penhanî
ke bên bo małî şêx ewła, be îznî şahî řebbanî
ke hatîn geyne małî şêx kerîmî ḧacî řawestayn
lenakaw hat be gwêmana ’eyanen dengî goranî
guzerman kird le małî şêx kerîm û nextê řaburdîn
ke gwêman girt le małê, girtûyane bezmî řendanî
nîgaman kirde ew bezme le qapî tozê řawestayn
le paşa hatîne menził, ’eceb cêyêkî nûranî
ke têfkirîn le qapî dû xerîkî ameduşud bûn
diłêkî serubała û gułêkî zułf řeyḧanî
lepaş danîştinî beynê, cenabî xałe şêx ’ewła
be çakî çayî ḧazir kird legełya goşt û biryanî
kebabçî şêx ḧesen nayş, mudebbîr şêx ḧesen barê
biraym mutrîbî bezim û wîsałîNasnava edebî şem’î bustanî