biřwane le dûrît řengim zerde wekû bey

pênc xiştekî leser şî’rî tahîr begî caf
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  833 Dîtin
biřwane le dûrît řengim zerde wekû bey
lem bextî bed û karî řeqîbane xuda wey
takey le fîraqî to binałim be mesel ney
derwêş nîyem û kewtime dway ’êle be ḧey ḧey
mecnûn nîyem û beḧir û beřit ledwa bikem tey
ebroyî to wek tîẍe ’eceb qatîl û meẍrûr
neqşî řuxî pakit be mesel laleyî piř nûr
meclîs hemû piř bû le surişkî minî řencûr
sergeşte leber dengî def û nałeyî tembûr
eskender û dara û legeł xusrewekey key
zahîd were tu xuda biřo lêre mełê ke min hem
wa’îz bese lem qise bêhûde mede dem
mutrîb were em bezme muheyya ke wekû cem
saqî be fîdatim were bo def’î hem û ẍem
lêde le def û berbet û saz û çeqeney ney
çun ẍunçeyî tenge dem û lêwit wekû şekker
piř neş’eye kułimit be mesel badeyî eḧmer
řewşen bike em meclîse wek meclîsî qeyser
saqî teř û meclîs piř û me’şûqe beraber
lem derdî ser û mîḧnet û ẍemxiwarî heta key
biřwane ḧesûd bûne seg û řehzenî şûşt
ta neçwe, heta mawe guł û xermenî şûşt
da’îr ke lenêw meclîsî ’aşiq tenî şûşt
saqî sere kem bê be fîday gerdenî şûşt
bem came bilûrîne lebom têke peyapey
ger lutfî bibê pîrî muẍan def’eyê bo min
mutrîb le hemû lehceyê bênête tefennun
amade ebê meclîs û meyxane be gotin
saqî eger em ’îşweye bênête firotin
mułkî dił û řoḧim keme bo qîmetî lencey
mutrîb le řiqî kone řeqîbanî wekû sey
pêş ew deme ger çerx le nakaw debê tey
amade ke em meclîse ta min biłêm oxey
saqî were bo xatrî dînê leserî hey
hełbigre pyałe bide pêm, mey be peyapey
mexmûre wîsałîNasnava edebî be meyî bê ẍeşî saqî
dił bû be meḧellî ẍemî çaw řeşî saqî
mułkî dił û dînim keme, řoḧim beşî saqî
xo bêt û bika tahîrNasnava edebî eger pêşkeşî saqî
ferqî nîye qurban xo legeł ḧatemekey tey