ey yarî cefakêş dił azarî heta key

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  541 Dîtin
ey yarî cefakêş, dił azarî heta key?
ey şahî lałan, pêm biłî, azarî heta key?
firmêskî dû çawanim eka haje wekû çem
ey çawî ẍeman pêm biłî xunbarî heta key?
meftûnî zedey tom û birîndarî dû çawim
ey şêwe perî pêm biłê ’eyyarî heta key?
perwane sîfet suxteyî bê peř û bałim
ey şem’î şebistan pêm biłê bêzarî heta key?
beynêke minim saknî beytu alḧezenErebîy ẍem
ey taze cewan pêm biłê ẍembarî heta key?
diłî bulbul bêçare û alûdeyî şîne
ey şahî gułan pêm biłê ẍeddarî heta key?
şew takû seḧer mestim û ma’îl be fuẍanim
ey nûrî çeman pêm biłê bêdarî heta key?
mecnûn û serasîme û bîmare dû çawim
ey nergisî can pêm biłê bîmar heta key?
wek şahîdî ken’an şehî ḧusin û cemalî
ey şahî zeman pêm biłê diłdarî heta key?
seyyadî dû çawanit eka seydî dilî xełq
ey ẍaretî dił pêm biłê şerrarî heta key?
ey zînetî fîrdews toy canî wîsałîNasnava edebî
ey řaḧetî dił, pêm biłê serşarî heta key?