ewa fesłî behare û mewsîmî dey

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  576 Dîtin
ewa fesłî behare û mewsîmî dey
were saqî kerem ke yek qedeḧ mey
çemen yekbare piř bezim û newaye
be awazî xoş û gułbangî yaḧey
be destî neyzenî ẍem dił denałê
wekû ney, her wekû ney, her wekû ney
le dûrî wesłî yarim zerdeřengim
wekû bey, her wekû bey, her wekû bey
le xuldîşa nîye emsalî ḧaşa
şemamey wek şemamey, wek şemamey
wezîfey min bû bosey lêwî ałit
fîdatim zû ke, sa dey, zû ke sadey
wekû bulbul be nałînim şew û řoj
le dewrî guł be waweyla û wey wey
ke toy luqmanî derdî derdedaran
ebê çî bikem ke derdî min dewakey
mekanî min xerabate wekû kund
ḧebîba întîzarî to heta key?
lebo napirsî ’aşîq çone ḧałit?
çîye carê le xwa şerim û ḧeya key
nemawe řaḧet û sebir û qerarim
nebşitey,Teksta ne aşkira nebşitey, nebşitey
ke to sułtanî cumle nazenînan
çîye řeḧmê be eḧwałî geda key
ebê ya řeb, ke we’dey maçî damê
wefa key bê, wefa key bê, wefa key?
ebê tomarî ’eciz û ẍem xuda key
bibê tey, key bibê tey, key bibê tey
nema ’eqił û nema hoşim be dengî
xiringey bazin û lûley gwarey
wîsałîNasnava edebî çeştî zehrî marî hîcran
nîşaney lutfe carê merḧeba key