ey ’ezîzan yek dû sałê bûm îmamî sergełû

çaw çinokî
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  465 Dîtin
ey ’ezîzan yek dû sałê bûm îmamî sergełûNava taybet
řambiward ew beyne îtir sa be her new’êk ke bû
bû le eqtarî şeşoNava taybet şexsê ’eceb řû girj û tirş
ye’nî ewřeḧman melayî destî kirde hatuçû
bîst û no def’e zyatir her be ’ezmî dîdenî
hat û eyut bimkene îmamî xotan zûbezû
çunke zorî kird teşebbus ew be aẍa û qewmekan
sûřetî mecbûrî dayan we’deyêkî řûbeřû
ew le xoşyana wekû mujdey beheştî pê biden
destî kirde hełpeřîn û qawiç û qûç û hatuçû
’alemî dinya becarê te’neyan çend lê eda
her qubûłî bû ke ehlî ẍîret û cewher nebû
małekey hêna be we’dey dû deqîqe û sê se’at
wey ezanî şaye îtir kewte dûy em haywihû
ew lewê neyzanî dernaba wekû bendey ẍerîb
wey ezanî qewmeke û aẍa ebin bo ew be cû
sałî ewweł be’zê pare û řonî bo te’îyn kira
dûhemîn sał sed şukir ew řon û pare qet’î bû
çî ke ew her řazîye hîçî benê ya neydenê
her dełê besme be şertê řêm biden bo dêw û dû
êste hîçî nadenê û řêgey le ew la û la nîye
’aqîbet mecbûr buwe ’ewdet bikato zûbezû
her wekû bîstûme êsta wa le dem em ’aleme
zor be memnûnî eda bertîl û bîken tawu tû
ger şeşoyî řazî bin ew ḧez deka biřwatewe
lakîn aẍa muşkîle lîrey ewê lew bîst û dû
çunke zor şêwawe ḧałî ew feqîrey her dû la
na’elace her ełê: eydem ke min bûm ya nebû
ba wicûdî her diroye ger biłê nîme bira
êste sed lîrey ḧeramî wa le mała bê dirû
ey wîsałîNasnava edebî to xuda êsta gunahî min çye?
to ewa hîç, min biłêm çî? ew le min bote ’edû