řoj û şew qurban temenname le şahî zwalminin

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  454 Dîtin
řoj û şew qurban temenname le şahî zwalmininErebî
xwa le ser çake dirêj ka, ’umrî pyawanî weten
bo jyanî mîslî ême lêre gewre ba’îsin
lutfî êwe ger nebê min çîme lem şax û çeqen
wa řewanem kirde lay to kaẍez û pyawî xusûs
her leser ew we’de fermût dwênî to û aẍa ḧesen
qîrusya dû şew bebê şêw kake serman nayewe
ḧukmî xwaye çî fikirê lebo naşta biken
gû be řîşî pyawî namerd xêrêkî bo xoy nekird
çunke emsał meylî bû her kes le xwa îmanî sen
her kesê ’eqłî nebû emsał be karî xoy nehat
her meger gû biken be xêrî, paşî xoy ewlad û jin
mesłeḧet waye kewa řapeřênî îşekem
ba neqewmêt fîtne û duşmin be ême xoş meken
sułḧî emin û to be mexfî çake çunke ’aqłîn
ba be îşî pyawî ’aqił qet nezanin nařesen
ey wîsałîNasnava edebî mujde bê xwa wîs’etî xiste wiłat
zeyqetîy řoyî be îznî ḧezretî weysî qeren