ewa řeng zerdî canan û ḧezînim

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 4 Xulek  714 Dîtin
ewa řeng zerdî canan û ḧezînim
be da’îm çaw be giryan û ḧezînim
qedîm min bulbulî baẍî weten bûm
ewêsta ḧepsî alan û qerînim
wekû perwane bo şem’î cemałit
xerîqî çerxî dewran û ḧezînim
le dûrîy yusfî řoxsarî toye
wekû ye’qûbî ken’an û ḧezînim
le şewqî qametî leyle ke da’îm
- - - - - - - - - - -Teksta ne aşkira
le dûrîy wesłî toye ey ḧebîbe
ke mehcûrim le xêşan û ḧezînim
sebeb marûtî çawî to bû qurban
minî harût le zîndan û ḧezînim
bebê dermanî luqmanî wesiłit
zelîlî zexmî hîcran û ḧezînim
le hîcrî nûrî to ey şemsî ’alem
be mîslî mahî, nuqsan û ḧezînim
awabê tacî lutfî dewłetî to
gedayî gişt gedayan û ḧezînim
le şewqî mesłî daney xałî řûte
esîrî dawî hîcran û ḧezînim
legeł îkmalî ’eşqî toye qurban
xemîde û pişt nuqsan û ḧezînim
wekû behramim bo řûyî gułendam
zelîlî derk û eywan û xezînim
le bo mecmû’î zułf û perçemî to
ewa min dił perêşan û ḧezînim
be bê enfasî ’îsayî demî to
emin mirdûyî bê can û ḧezînim
leber giryanî hîcrî nûḧî wesiłit
ẍerîqî awî tofan û ḧezînim
be çoganî bełay dûrîy wekû go
zelîlî seḧney meydan û ḧezînim
lebit çeşmey ḧeyate wek sikender
minim teşne be lêwan û ḧezînim
be řesmî dostî řeḧmê bifermû
be min da’îm, be ef’an û ḧezînim
be faqey qet’î meyl û ḧubbî to
minî bêçare ’uryan û ḧezînim
le qafî hîcreta key bû wîsałîNasnava edebî
minî ’enqa be ḧîrman û ḧezînim
be fîrdewsî cemałit ey ḧebîba
minim sûtawî hîcran û ḧezînim
le dûy nûrî şu’lebexişt
ewa kwêrî dû çawan û ḧezînim
le bo ’eksî řux û serwî bałat
mîsalî şêxî sen’an û ḧezînim
le bo nef’î şebabî ’umrî toye
ke pîr û ’umir neqsan û ḧezînim
be řemzî ẍunçey baẍî sînet
wekû bulbul ẍezelxiwan û ḧezînim
be ummêdî wefa terkî dił û dîn
meke, wek min peşîman û ḧe zînim
sebeb zułmatî kufrî zułfe qurban
ke fanî nûrî îman û ḧezînim
le bo perwaney wesłî cemałit
be misîlî şem’ be sozan û ḧezînim
dezûy sebirim be mîqrazî ẍemî to
biřawe ger be giryan û ḧezînim
diłim germe be narî awî ’eşqit
be da’îm eşkibaran û ḧezînim
meken men’im le giryan û le efẍan
ke şêtî destî peryan û ḧezînim
lepêşda camî’î ’îlim û ’emel bûm
ewêsta mest û nadan û ḧezînim
be narî mecmerî ’eşqî ḧebîbe
ke dil bîmar û buryan û ḧezînim
xuda řeḧmê be ḧałim ke minî řû
sya, ẍerqî gunahan û ḧezînim
be zistanî fîraqî qeddî toye
le kwêstan řû be germyan û ḧezînim
be wesłî řeḧmet û lutfî zerûret
wicûbî min be giryan û ḧezînim
be lutfî xot bike meḧûy gunahim
ke min da’î be ẍufran û ḧezînim
xudawenda be ’efûm şad bifermû
eger bê ’eqil û nadan û ḧezînim
be řeḧmî xot necatim de xudaye
ke tefrexarî şeytan û ḧezînim
xudaya nûḧî ’efûm bu binêre
ke ẍerqî beḧrî ’osyan û ḧezînim
wîsałîNasnava edebî bo wîsałî řeḧmetî to
be da’îm dem be qur’an û ḧezînim
minim ’aşiq be ře’nayî qedî to
minim da’îm be goçan û ḧezînim
be tîẍî ẍemzet û hem sehmî mujgan
şehîdî tîrebaran û ḧezînim