ey mu’ettersazî cemrey bênî û qesrî demaẍ

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  485 Dîtin
ey mu’ettersazî cemrey bênî û qesrî demaẍ
bo kułî zarit nizare em huzarey dułebaẍ
zeřřeye ger tabî řûy aftabit derkewê
zeřře’asa dił lecê řexşan ebê wek şewçiraẍ
bo nîgahê nakeye em sîneyî sûtawme
çun le dûrî toye řeş bû mîslî lale piř le daẍ
ateşî mîhirit le kûrey her derûnêka bê
namênê aram û sebir û řaḧetî qelb û feraẍ
quř beser dana ke emřo her beşî cewr û heme
xoşî bo nadane da’îm wa lenêw qesir û witaẍ
her wekû bînay wicûdî ehlî dił çerxê ke bû
her le ser ta pa temaşa ça be ẍim kirdî swaẍ
baẍ û bustan bû le eweł cêgeyî ecdadî min
dûr le ḧeq bê her çî êmey xiste cêy bûm û kelaẍ
gerçî ’aqił nî wîsałîNasnava edebî yeḧtemîl bê beş nebî
çunke wa me’lûme êste bûy be yarî kund û zaẍ