şeqamî kiçan

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  1266 Dîtin
çawî birsîm le şeqamî beẍday kiçana
hemû řojê řêbwarêke wa le sûtana
heta ejno şil ebêt û ta hîlak ebim
minî tenya, minî bê kiç, her dêm û deçim.
şeqam hemûy, em ber û ewber, leser ta xwarî
berdem kogay, naw pêşangay wirdebazařî
her kiçane û, her cwanîye û her bonî xoşe
her lezzetî çaw û gyane û be temen noşe
çawî birsîy haruhacî temaşa kirdin
gilarawî tê ekewê bo piř pya kirdin.
heta ejno şil ebêt û ta hîlak ebim
minî tenya, minî bê kiç, her dêm û deçim.
tawê wîqar le řoştinî wirda enwênim
tawê şerim û tawê ser le xom eşêwênim
tawêkî tir be temaşay byanûy muẍaze
řa’ewestim řû lew kiçey ke řastîy nyaze
her hengawê, her awřê mayey xefetê
her bînînî şoxêkî cwan bo min ’ezretê
her bonêkî ’etrî qijî, her çirpey dengê
her nazêkî kiçî çwarde û ziřey baznigê
her tirpey pê gwê lê bûnê, her pêkenînê
her serincê le swarbûn û le dabezînê
her çûne ser pêplîkeyek bo qatêkî tir
her qaç leser qaç dananê, her puzêkî piř
her bînî kirasêkî jûr ejnoy nask
her řanêkî goştinî naw tenûrey tesk
her memkêkî gird û qutî be kîse seẍłet
her piştêkî nîwe řûtî şoxî kełeget.
her goy memkê ke maç eka şîfonêkî kał
yan carubar lerey dêt û ebînrê beḧał
her bînînî dest birdinê bo qij řêkxistin
yan nazêkî tûřebûnî lêw hełqurtandin
her bînînî řewtêkî gurc, leşêkî cirpin
her bînînî pêstêkî ał, kułmêkî xirpin
her bînînî piştî řanê, ke wa şiney ba
lerêkewta kirasekey leser la eba.
yan bînînî dirzî memkê, ke wa be’enqest
tozê zyatir derxirawe û daynapoşê dest
bînînî her ber sikêkî le cila çespaw
yan laskî kîsey memkî leşan daxzaw!
yan ew şilkey řane nermey serincî xêra
bedî eka lenaw «taksî» û cêy serewjêra
yan ew çirçey ke damênî dway kurtî kiras
têy ekewê û zyad heł’eçê le şwên desî qars
yan ew qijey betertîbî taze dahênraw
řojê xawe û řojê lûl û car car peşokaw
yan ew gułey le mabênî dirzî memkida,
danrawe û, çaw, çawşarkêy legełda eka
yan piştênî be kemerî barîk, tozê şil
yan qeraẍî jêrkirasî dirêjtir lecil
yan bînînî ew birjangey lepaş çawřiştin
lenaw řîza yek yek dyarin le çaw řeştirin.
yan bînînî milwankeyek ke mûrûy dwayî
şoře û maçî memk eka zor be’espayî.
yan bînînî cwanî berdem awêney koga
ke bo tawê serinc eda û le xoy tênaga.
yan bînînî ew nazdarey lepiř ewestê,
ta gorewîy şilî hełka û le řan bîbestê.
bînînî her zincîrêkî xwarûy lay kemer
kewa leber, pele, nîwey nebrawete ser
derî’exa ew etekey ke oqrey lawî
exate naw xeyałêkî perjîn agirawî
yan bînînî ew la memkey ke çołîy binbał
derî’exa bo serincî hewesî xeyał.
yan bînînî ew ełqeyey şoxî êskisûk
derî’exa ta bizanît ew buwe be bûk.
yan bînîy tîley çawê beparêz řwanîn
yan bînînî lêwêkî qut, teř bo hełmijîn.
yan bînînî dugmeyekî ser sing tirazaw
ke lêburdin dawa eka le memkî toraw.
yan bînînî mustîleyek yaqûtekey sûr
le penceda pirşing eda bo lawêkî dûr.
yan bînînî ew řefteyey le řengî cile
qij ebestê û gułî girêy ta şan û mile.
be telefun, qisey bêdeng, qaqay ew cwane
ke naybîsî leber şûşey kogay camxane
yan bînînî têkełbûnî pilupêy řoyştin
lew kateda ke xêraye bo zû geyştin.
yan gwareyek tozê şoře û ke le awiřda
xoy heł’eswê le lacang û ser le kułim eda.
emane gişt hemû wekû agir û pûşû
giřî lawî ber edene arezûy tînû
le tewqî ser hetawekû kełemustî pê
her muçiřk û tezûy ḧeze tya yet û eçê.
heta ejno şil ebêt û ta hîlak ebim
minî tenya, minî bê kiç, her dêm û deçim
çawî birsîm le şeqamî beẍday kiçana
hemû řojê řêbwarêke wa le sûtana.