ey yar heta key le fîraqit be şib û řoz

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  768 Dîtin
ey yar heta key le fîraqit be şib û řoz
bigrîm û binałim be diłî xesteyî piř soz
řeḧmê ke be min axir ewa weqtî fîraqe
we’dey keremit dawe, behar û şewî newroz
mateł mebe to, bo zerer û neqsî wicûdim
men’im meke ba bême řehî gerd û gił û toz
herçende xeramanî le seḧnî çemen emnîş
xurşîdî dyarim be sîfet hemdemî behroz
bes bimkuje bew xencerî ’aşiq kujî çawit
bes bimke be nîşaney mujganî cigerdoz
îmřoke ke toy şah bike meyl û nîgahê
bo bendeyî miskîn ke hete talî’î pîroz
ew çawe ke wek nêrgisî şehlaye be mestî
şêwawe be xew yaxu be nazit buwe ałoz
ew cejne ke deykey le bo ’uşaqî cîhanî
mayey kerem û merḧemete lêt bibê pîroz
nemdîwe be mandendî dimit ey gułî ře’na
řeḧmê bike bem ’ebdî zelîl, ----Teksta ne aşkira řoz
gwê bigrî çilon degrî miḧemmedNasnava edebî le fîraqit
te’sîrî heye weqtî seḧer nałeyî cansoz