min ke řazî bûm be xepley herzin û nanî şe’îr

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  556 Dîtin
min ke řazî bûm be xepley herzin û nanî şe’îr
minnetî kwêxa, ře’îs xaqan û keyxusrew be kîr
her kesê eḧmeq nebê qet nayete meydanî min
ye’nî bem eḧwałewe ew bê bika lomey feqîr
çon ebê derçê le destim ew kere xakî beser
dêm be gijya eydiřim fewren mîsalî neřřeşîr
her ewende ger bizanim kêye bedkarîm eka
her be yek şeq eygeyênme germyanî germesîr
her kesê dujmin be ehlî ’îlim û seyîd bê yeqîn
bêbeşe da’îm le řeḧmî xalq û meḧrûm le xeyr
min ke řast û bê dirom bakim le bołey kes nîye
çunke řêwî nabê esłen bêtewe meydanî şêr
ẍeybetî ême kesê eyka bebê curim û xeta
ba bibołênê le jûra lêy geřê wek wirçî kwêr
ẍa’bane her kesê bołe beser min da eka
lêy geřên heqye ke çun dokey řijawe pûre ...
min temenname le qapî ḧezretî ḧeyyî eḧed
dujminî em qapêy ême ke zû bîxate jêr
ey wîsałîNasnava edebî dujminî to bizne, nanî şwanî xward
kwê eçê xakî beser, eygêm wextê hate bîr