ewêsta ehlî ’îlme dił birîndar

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  463 Dîtin
ewêsta ehlî ’îlme dił birîndar
le feqir û bênewayî zar û bêzar
hemûy kuştin be zîllet çerxî dewwar
ne her bê nanî hem mirdin be bê dar
***
be meylî cahîlane dewrî gerdûn
be ẍayet duşminêkî bê emane
seraser kîzbe qewlî em cîhane
lewî etdatê lêt neka be ta’ûn
***
menaze qet be małî pûçî dinya
wekû qarûn hezarî kird řîswa
be řîş û mêzer îş nabê muheyya
’emel małe, le dinya û le ’uqba
***
necîbe çun feqîre ẍerqî xûne
bełê bextî hunermend seringûne
ke dinya ta heye talîb be dûne
ewêsta gewre dûn û gewre madûn