sed şukir îmřo be řeḧmet xalqî cînin û beşer

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  660 Dîtin
sed şukir îmřo be řeḧmet xalqî cînin û beşer
nardî bo ser em qezaye ḧakmêkî mu’teber
bo ’edałet şahî kîsra bo sexa ḧatem sîfet
bo fîraset pûrî sîna wek tuhemten bo huner
lew deme seddîqeşa teşrîfî kewte em qeza
mes’eley kîzb û xyanet kemtirî mawe eser
lazme secdey şukir êsta leser em ’aleme
çun be se’îy ’edłî paşa baẍî miskîn piř semer
xo eme me’lûmî ’ame diłî zîndû kirdewe
şahî seddîq wek kuřî ’ebdul’ezîz ye’nî ’umer
her le ewweł ta be axir neydî çawî em qeza
ḧakmêkî wa be dîn û wa ’edîl û dadger
her wekû seddîqî ekber ḧamî bo dînî nebî
bêteref ḧukmî heye, bo dost û dojmin bê geder
ye’nî meḧbûbî xudaye zatî siddîq padşa
boye zumrey wa du’ago çawî lutfî baxeber
her bibê ew ḧakme ya řeb wekû bîstûme min
qet zemane ney buwe fîkirî beşer bo hîç beşer
lutfî paşa, mîhir asa, wek yek bo qurb û be’îd
boye emnîş lêre êsta mustefîdim wek qemer
şah bo bendenewazî şekirî zorî nardibû
ye’nî min bew îltîfate tacî fexirim na le ser
şahî to bendenewaze ey wîsałîNasnava edebî mujde bê
hey wekû şahî suleyman bûy lebo mûrê nezer