ḧemd û supas û şukir û senay zor

beşaret name
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 8 Xulek  618 Dîtin
ḧemd û supas û şukir û senay zor
bo zatî pakî xudayî ẍefûr
zanayî řazî aşkira û penhan
bo mexlûqî xoy řeḧîm û řeḧman
her be emrî ew ’alem bû zihûr
her ebê û eřwa heta nefxî sûr
biřjê be zorî selat û selam
bo ser miḧemmed, seydul’enam
bo ser al û beyt esḧabî řengîn
hem bo tewawî zumrey tabî’în
hem bo ’ulema û ewlyayî dîn
bo baqî ummet zumrey muslimîn
řeza û řeḧmetî xuday ’alemîn
lebo êmeyş bê û lewan ecme’în
umêdim waye padşay kerîm
řeḧmet binwênî bo zumrey esîm
be awî řeḧmet bişorêtewe
xettî gunahman řeş bibêtewe
bidrête destî řasman le meḧşer
namey ’emelman be bê derdî ser
umêdim waye xuday ’alemîn
leber xatrî miḧemmed’emîn
lêman xoş bibêt ’efûman bikat
be baẍî cennetî şadman bikat
we be’d lepaş senay bêkeran
bo zatî pakî xudayî subḧan
bêyne ser basî kirdewey dewran
çilon ’alemî kirduwe sergerdan
mîn cumle yekê wek minî hejar
çî kird le gełma çerxî keçřeftar
îtir temaşa nek be tenha min
hezarî wek min kirdî serubin
leser yek ḧałet qerarî nîye
demê bo hîçkes medarî nîye
gahê pêt edat textî sełtenet
gahê le nakaw etxate zîllet
gahê be beła řencûrit eka
gahê be xełat mesrûrit eka
mîn cumle wek min le beynî pêşû
gîskêkim hebû lenakaw win bû
zorî bo geřayn le kêw û nizar
zatî gîskeřeş hîç nebû dyar
axir desman lê hełgirt be ’am
zorman şukir kird bo xway layenam
xolasey kelam gelêkî pê çû
bê naw û nîşan gîskeřeş win bû
ke çî lenakaw řojê zelamê
mujdey ḧeyatî gisîkekey damê
zor diłim xoş bû her wekû bulbul
yekê boy bênê nagah mujdey guł
wextê zanîman gîskeřeş mawe
xoşîman naw kewt le her çwar lawe
netîce řojê xom çûm bo genkê
karî gîskeřeş ke bikem yek řê
wextê ke meclîs gîra bo qisan
basî gîskekem hênaye meydan
’aqîbet ḧacî meḧmûdî řûgeş
fermûy lay mine zatî gîskeřeş
feqet lêy geřê ca ba lêre bêt
ta be arezû le gya têr ebêt
emca hatmewe be keyf û sirûr
xêrim lebo kird her çî bû meqdûr
zorî pê neçû şexsê bê ḧeya
xeberî fewtî gîskekey hêna
pêy gutim qurban to netbîstuwe
zatî gîskeřeş fewtî fermuwe
şexsê lelay min qisey kirduwe
wa cenazekey lewê kewtuwe
dayan nekirdibû be serma kuştyan
genekeyî kirdyan be cejnî segan
fewtî gîskeřeş ke bom me’lûm bû
diłim le şadî û xoşî meḧrûm bû
le daxa wekû ye’qûbî ken’an
ke yusfyan bird xistyane zîndan
ew çun dwa yûsif řûy kirde giryan
firmêskî eřjan wek tawî baran
minîş wek ye’qûb cerg û dił buryan
wekû bab mirdû be nałe û efẍan
îtir becarê cerg û dił û leş
pare parey kird fewtî gîskeřeş
paşan hemûman şînman bo gêřa
ḧeseb emrî şer’ te’zye bo gîra
wefatnameman bo nûsî be gel
be te’rîxtewe kira museccel
wefatnameke çak honraweyewe
zor le meclîsda exwênrayewe
axrî xwênî gîskeřeş bira
ya le cinsî xoy ya ḧeq û beha
meclîs û komeł wa qerarîda
xwênî gîskeřeş biken cêbeca
ta zû cêbecêy biken direnge
newek nemênê dinya bem řenge
le ḧacîm wergirt te’mînatî tam
xwênî gîskeřeş biken serencam
emca hatmewe bo dêkey xoman
danîştîn be cem heta sê řojan
te’zyey gîskeřeş ke xatîmey hat
kirdiman şukirî xway erz û asman
zorî pê neçû be lutfî subḧan
le nakaw şexsê her wekû merdan
wextî êware mijdey bo hênam
ẍem mexo supas bo xway laynam
zatî gîskeřeş bo xoy hatewe
zor be ḧurmet û be xełatewe
le her małêka buwe gîskeřeş
le derd û beła xwa bîka bêbeş
ta zemanê dû yaxwa awa bêt
dergay řeḧmetî xway lê guşa bêt
mubtela nebin be řenc û azar
her le xoşya bin sîẍar û kîbar
îḧtyac nebin be pyawî lasar
qet be feqîrî nebin giriftar
meḧfûz le fîtne û bełay řozgar
bîna be xatrî eḧmedî muxtar
xoşî û beşaret wa kewte nawman
wek derhatnî yusif le meydan
ke çûm gîskeřeş wa lena û dałan
danîştuwe ’eynen her wek xeraman
her wek qemernaz be naz û ’îşwe
car car be nazo lêwî ebziwa
minîş ta twanîm zor be îḧtîram
be ḧeya û edeb le dûr řawestam
gutim gîskeřeş be xêr bêtewe
xo to mirdibûy zîndû bûytewe
witî ḧeqîqet xerîk bûm bimirim
be cût destanim be gunanit bigirim
axrî wek xelîl ke xwa emrî kird
le bo serbiřîn îsma’îlî bird
boy paranewe hemû ka’înat
ta mela’îkey erz û semawat
kûrey řeḧmetî xuda coşî xward
be lutif û kerem xwa fîdyey bo nard
boy hat beranê le bo serbiřîn
bo fîdyey kuřî le xuldî berîn
ke serî biřî ḧezretî xelîl
ew kebşe çake be emrî celîl
ew ca îsma’îl lew bełay mubîn
zû necatî da řebol’alemîn
minîş herweha xuda řeḧmî kird
dergay řeḧmetî le min guşa kird
ew gîskeřeşe ke le genkê bû
be xeyałî to xêrî nenkê bû
xwa bo fîdyey ew minî dana bû
ew mirdû şukir min necatim bû
temenna ekem xwa be řeḧim bibêt
bo mexlûqî xoy zor be kerem bêt
seyrî ew ḧukme ha be layewe
kewa le nebû minî dayewe
wîsałîNasnava edebî ebê to heta emrî
mil keç bî û mutî’ da’îm bo emrî
çunke hatmewe serbest û azad
řencî pêşûy to xwa neyda be bad
ebê de’wetê bikey cêbecê
le bo maqûł û namaqûłî dê
le řojêkî xoş hetawu hestaw
we ehlî nebin becarê biław
kelleyê şekir û elîdrem ça
qerarî bide bo seyrî sara
le cêyekî deşt sewze gyabê
mast û kere û hêlkey têda bê
be şadyaney gîskekey mela
řojê řabwêrîn be seyr û sefa
be kwêrî çawî hemû netewê
bezmê bigêřîn bezim xusrewê
heta êware le bo gîskeřeş
ke le gyay behar xwa neyka be bêbeş
elḧemdulîla gîskeřeş nemird
le durd û beła xwa meḧfûzî kird
be selametî xoy hatewe mał
mał û minałî hemû kird xoşḧał
bira min û to her çîye xeyał
muqedderî xwa zû eyka betał
řastit pê biłêm biray piř kemał
xwa nafewtênî emwalî ḧełał
baqî weselam ey biray ’ezîz
hergîz lamede le ehlî temîz
xot le şellatî û bê ḧeya lade
ta le gełyan bît řenicit be bade
ey biray beřêz gwê le nesîḧet
bigre be kar dê lebo qyamet
wîsałîNasnava edebî ẍayey her nesîḧete
ger bîgrye gwêt zor be qîmete
her çend mucrîmîn řûřeş û xecił
bipařênewe be îxlasî dił
bîbê legełman lutif û ’înayet
xwa laman neda le řêy hîdayet
ya řeb bo xatrî şahî îns û can
meḧfûzman bikeyt le selbî îman
ya řeb bo xatrî saḧêbî fitûḧ
firyaman kewî demî nez’î řûḧ
zeferyab nebêt îblîsî mel’ûn
bo xatrî yeḧya û zekerya û şem’ûn
ya řeb bo xatrî şahî enbya
le řojî ḧeşra nebîn řûsya
ya řeb bo xatrî sîd albişirErebî
meman sûtêne be narî seqer
her çende ême ke bê peyřewîn
begwêrey ḧisab ummetî ewîn
xarîcman meke le îman û dîn
pêman xoş meke şeytanî le’în
bibûre lêman xuday tenya û tak
leber xatrî şay textî lulak
nemanxeyte naw agirî cehennem
leber xatrî seyîdî xatem
her be řeḧmî xot azadman bike
be dyarî ḧezret şadman bike
wîsałîNasnava edebî besye îtir megefe
le bo xatrî ew zî şerefe
lêman xoş ebêt ’efûman ekat
be nî’metî xoy şadman ekat