to temaşa ke birader lem zemaney nabekar

gîranî wîsałî be destî îngilîzekan
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  475 Dîtin
to temaşa ke birader lem zemaney nabekar
çon be tîrî xoy eka cergî hemû kes zamdar
’alemî dinya seraser wa le meydan mîslî go
gişt be çewganî felek kewtûn ẍerîbî dûr dyar
ehlî ’îlim û seyîd û derwêş û şêx û sofîyan
şah û xunkar û geda, noker û hem şehryar
qazî û muftî û ře’îs û keyxuda û ehlî dê
gişt becarê diłperêşanin le çing fîtney dyar
ma’eleyna leşkirî ẍem wa cîhanî girtuwe
kes nîye meḧfûz û salim bê le mekirî řojgar
xo xusûsen merdêkî wek min, bêkes û bê xanuman
kewtûm êsta bebê mûnîs, zelîl û lêwbebar
her çî dadim kird wekû ferhad le çing załî cîhan
zeřřeyek nef’î nebexşî bom becarê řenc xesar
wa le kuncî bêkesîda mawmewe bê hem celîs
her wekû ye’qûbî ken’anim le ḧesret řûyî yar
kes nîye hemtayî min gîrodeyî damî beła
ger weha me’lûl û xestexatir û hem diłfegar
çunke wek yûns êsta ẍerqî deryayî ẍemim
ferqî řoj û şew nîye esłen lebo emnî hejar
min ke herçende beda’îm bênewa û piř ẍemim
ger bibînim def’eyê diłdarê bo def’î nezar
muddetêke ger wekû yusif le zîndanim esîr
kes nîye barê kefaret pêm biłê ey derdedar
her çî têfkirîm nebû merdê penahî bo berim
axrî řûm kirde dergay xalqî leyl û nehar
zor be zîllet kewtime derga û bedił pařamewe
bełke barî xwa bika řeḧmê be bendî xakesar
ey wîsałîNasnava edebî ta nemirdûy şukirî nî’met bêne cê
ta le dinya û qyametda nebî bê î’tîbar