wişey pişko

dyarîy newrozî 1967
Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  992 Dîtin
lebatî nêrgiz çepke hełbestî
sozî derûnim ekem be dyarî
bo ew kesaney ke xoşewîstîy
gyanyan ebexşin be kurdewarî
***
lebatî agir be pişkoy wişey
zimanim, newroz heł’egîrsênim
lebatî dirext em şewe řeşey
nakokîy kurdî tya esûtênim.
***
ew diřk û çiqłey emsał çeqîne
peřey gułałey cejnî newrozim
ew firmêskaney emsał peřîne
çawî hezaran kurdî diłsozim
***
ew heniskaney le quřgî şaxa
pengyan xwardewe, bûn be hełmî xem
ew sawayaney le koşî daxa
memkî bê şîryan xiraye ser dem
***
gunahyan estoy ewane egrê
ke bûne zistan bo newrozekem
destê firmêskî azarim nasřê
sûr bûbê be xwên, xwênî hozekem.
***
bełam kam napak twanî şaławî,
piłingî tołem řabwestênê.
yan kam ejdehak twanî gerdawî
deryay hełçûnim tya bisrewênê.
***
ta lûtkey sipî, řêçkey qetre xwên
řijawe be řêy dyarî xebata
boye gułałem lewêda eřwên
ta dyar bin lenaw baxî awata.
***
agirî kejî cejnî şanazî
be fwarey xwênim xoş buwe emřo
boye awazî bestey azadî
be hezaran dił noş buwe emřo
***
çekûşî mełas le destî zibra
çîrokî hêzî ew birsîyaneye
leş etwênnewe lenaw agira
«kawe»m nimûney ew dastaneye.
***
kawey serdestey çewsawey mêjûm
ew bangey ke day le lûtkey berza
bo newey kurdî emřo û dahatûm
deng edatewe legeł newroza.
***
řeşuřûtî kurd areqî řencyan
kirde ser zewîy tînûy wiłatim
ewsa dirwêney sextî têkoşan
bû be xermanî berhemî martim