seyrî wez’î řozgar û dewrî çerxî řûsya

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 3 Xulek  590 Dîtin
seyrî wez’î řozgar û dewrî çerxî řûsya
’aqłî xiste cefa û ebleşî gêřa be şa
çî biłêm piştî şikandim barî dest kurtî eman
her çî destî bo ebem, nayê be desmo ey bira
min le hewrazî metalîb çon etwanim serkewm
wa ze’îf û xestexatir, natewan û bênewa
bo meram û meqsed ême hewłî pêşkewtin edeyn
lîk manî’ seddî feqre bes ke nîn ḧacet řewa
êste kewden bwete - - Teksta ne aşkira muste’îd bwete fener
dest neřoyîn bwete ba’îs - Teksta ne aşkira kewa bwete geda
çunke dinya bê beqaye lêy nedî hîçkes beqa
şête herkes pêy bibestê pişt û pałî pêweda
îstîdamî ’eyşî dinya wextê bo to dest eda
îttîḧadit ger bibêt da’îm legeł ehlî wefa
kameranî bo to nabê kakî - - Teksta ne aşkira şêt û wêt
řût û qût û bê kiław derçî le emrî mam mela
to ke pyawî řû le zanîn ke be meqsed her egey
ger bizanî zanîn axir meqsedit ḧasił eka
ger nezanî da’emênî ’aqîbet her wek fiłan
lîk zanîn barî ’eyşî dîn û dinyat řast eka
asyay ême ke kurte ba’îsî bê ’îlmîye
ewrupayî çunke fennîn bûne fewqî aysa
to eger yekřeng perist bî hełbijêre řengî yekřeng
çunke yekřeng mertebey wa geywete ewcî sema
ta etwanî îxtyarî dûřengî hergîz meke
herçî dûřenge hemîşe sûk û řîswa û nařewa
întîfaq û îttîḧad bo kurd nîye ẍeyrî nîfaq
çun nyane ew dwane da’îme kewtûne dwa
destî ême kurt û xurmaş wa be darî zerdewe
menziłîş dûr û dirêje kake şel bû herdû pa
wek - - Teksta ne aşkira waye - - Teksta ne aşkira leber bê ’îlmî xoy
her kesê lewlawe hat swarî ebê û barî eka
kurd eger destikurtî bêlêt hîçî bê cewher nîye
wa leber řût û řecalî bûne pûlî nařewa
lem zemane ’îlim û sen’et wasîtey pêşkewtinin
bê beşîn lew dwane bûyne latî em kêw û çya
baẍî kurd taze nemame, ekber awdêrî ewê
baẍ ke awdêrî nebêt neş’unuma le kwê eka
kurd le ewweł bextî keç bû her ke çî bo hate pêş
bulbule û naga be guł, her çend exwênê û hewł eda
kêwekanî xakî kurdistan kewa girtûye tem
ahî mezłûme kewa tarîkî kird erz û sema
xakî kurdistanî ême êste bênaz kewtuwe
çunke bê saḧêb bû eslen řencî kurd gişt çû be ba
xakî kurdistanî ême em sere û ser xezneye
nef’ekey bo ẍeyre kurdîş wa le beş saqît kira
hełkirawî zułim û cewre kêw û herdî kurdekan
çunke kurd bê - - Teksta ne aşkira bû naçar witî qîrî sya
êste xwênîşim biřêjin mewtînî xom her ewê
destî lê hełnagirim ye’nî heta řojî qeba
xatîme bêne wîsałîNasnava edebî îşî xwaye boye xełq
geşt bû be lorit û kurdîş pakî małe û mał eka
em qesîdey toye her kes bîstî û cwan têy geyşit
ger behîmmet bê wîsałî mertebet ’alî eka
lîk lay şexsê ke esłen ’eqił û îdrakî nebêt
wa ezanê gwêzî bo ejmêrî herwa tê ega