be ẍemzey çawî mexmûrî syahî mestî mey kirdîn

em ẍezele wa bawe «narî û tayer beg» pêkewe dayannawe
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  4463 Dîtin
be ẍemzey çawî mexmûrî syahî mestî mey kirdîn
be maçî lêwî musteẍnî le enwa’î mezey kirdîn
tiraza bendî suxmey ałî gułnarî be ahî min
ke çî destî le ser dana, le seyrî baẍî bey kirdîn
be hewrî perçem û zulfî, řux û ebroy ke dapoşî
le şewqî řu’yetî bedrî hîlalî yek şewey kirdîn
egerçî kuştinî xo qabîz al’erwaḧErebîe mujganî
be qanûnî mesîḧayî le xendey lêwî ḧey kirdîn
’îlacî derdî dił narîNasnava edebî le tahîr begNava taybet temenna ke
biłê: emřo gułendamê be tîrê cergî pey kirdîn