řebbî to bo çî minit řîswa kird

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  347 Dîtin
řebbî to bo çî minit řîswa kird
le mułk û mîlletit minit cya kird
boçî be carê kesîfit kirdim
le feyz û řeḧmet muflîst kirdim
taney eẍyar kewtuwe be bar
be diłî ḧezîn lêt ekem hawar
şîfay derdim lay to mewcude
le dinya û axir her tom meqsude
beḧrî keremit bo nayete coş
zeřeyek bexşî be minî bêhoş
gerçî min ’asî û xecałet barim
řû zerd û meḧcub zor şermezarim
le mułkî to dam her lewê emirim
be řûy řeşewe dîwanit egirim
ẍerqî ’isyanim dême ḧizûrit
bo tawanbare îsmî ẍefûrit
xwaye be cahî şay buraq swar
xoşbe le curmî mezłûmNasnava edebî y hejar