çawî kałit wa ezanim fîtneye û qatîl
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
1 Xulek
596 Dîtin
çawî kałit wa ezanim fîtneye û qatîl
tîẍî ebrot wa le karda û lenceket ma’îl
xendekanit emkujêt û xałekanit dawme
xencer asa mujganit, zułfeket ha’îl
gwarekanî banî şan û piłpiłey banî serit
siłsiłey gêswî syahit wek ejdîha ḧasîl
cerg û dił sûtawî toye, ’er’erî nazdarekem!
bo kuruzî dił le ’alem bote agirî na’îl
گەە be ’îşwew laru lence, ge nyazî nazenîn
گەە be ẍemzew lare pêçit, le kin nyazit wasîł
kułmî sûrit kuştimî, milwankeket zincîrî pêm
ca be teḧqîq bê nicatim yan herwa debim zelîl
qasîdî qelbî ḧezîn teblîẍî mezłûmNasnava edebî eka
mîslî ferhad leşkirî ẍem, wa’yew şamîl