xuda bêzarim le qelbî ḧezîn

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  435 Dîtin
xuda bêzarim le qelbî ḧezîn
bêzarim le xom, eḧwał û nigîn
le bextî şûm û neḧsim tewellam
ke îqbal û tecelîşim lêm bêberîn
emende barî mîḧnet bote barim
qedim ’eynen, bû be çoganî çemîn
leber ’isyan, diłim řeş û qelbim řeş û řûm řeş
«le řû řeşim nanwênê řeş û şîn»
le beḧrî qesweta ẍerqe gyanim
necatim zeḧmete bo cêgay amîn
mezre’ey ta’etim wa wişke tewaw
seraser zerd buwe wek pûşî hawîn
le diłda ateşêkî derdî ’îsyan
kiłpey senduwe, biłêsey betîn
emende ’asî û xecałetbarim
xuda û pêẍemberim le min nařazîn
le dinya emende ’asî û yetîmim
hemû ’alem le min tebeřaw berîn
xudaye bem hemû gunahewe çon:
ebê bême dîwanit řojî dwayîn
min û nefsim çon le řûy to û ḧebîbta
etwanîn çawî xecałet hełbiřîn
zubanim çon etwanê bête guftar
ke neybû le dinya zîkirî ya mu’în
îlahî be cahî ḧebîbekey xot
bibure le cewrim û xetay mezłûmNasnava edebîyin