bo çî nebim be dêwane bo şêt nebim le daxî to
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
1 Xulek
631 Dîtin
bo çî nebim be dêwane, bo şêt nebim le daxî to
boç nesûtê wek perwane, dił le kûrey fîraqî to
diłî birdim lencew larit, şêtî kirdim çawî kałit
pabendime daney xałit, be dû ebroy kemanî to
let let buwe diłî zarim, dił piř ẍem û piř azarim
wa kuştimî ey nîgarim, gêlgêlew perçemî to
xwênawî bû destî leylim be xwênawî diłî keylim
esîr buwe dił û meylim be perçemî syahî to
bo neřjê eşkî xwênîn le çişmey diłî ḧezîn
bo derneçê seylî esrîn le kanyawî cefay to
le nez’aye mezłûmNasnava edebîe ket tane mede le me’şûqit
’îlacî ke meḧbûbeket, ba neykujê cefay to