ey weten çend xoşewîstî lay min û eḧbabekem
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
1 Xulek
927 Dîtin
ey weten çend xoşewîstî lay min û eḧbabekem
mezre’ey ’îlim û fennî, toy menbe’î efkarekem
toy weten mayey sirûd û merhemî azarekem
řewneqî baẍî ’ilum û me’denî esrarekem
bo beyanit hate cenbûş, wa diłey awarekem
qewmî kurd îtir lejêr barî mîḧnet bête der
tewqî zîllet ba fiřê deyn, tacî şahî keyne ser
ḧuř û mezbut, ba be carê şah û derwêş û begler
goy cehalet be çoganî ’îlim û fen derkeyne der
lê bideyn çepłe û bixiwênîn şerqye û eş’arekem
nemamî newřes û taze cwananî weten
’aqił û huşyar û wirya, piř le derk û ’îlim û fen
bêne meydanî fesaḧet bulbulanî řûy çemen
can fîda û, can nisarîn bo tereqî řêy weten
ba hemû yek bîn û têkoşîn leser îqrarekem
xewî ẍefłet ta be key wa nobetî hoşyarîye
nobetî ’îlim û finun û nobeyî bêdarîye
lem zemane derdî cahîl her be dana karîye
derdî cahîl bê dewa û se’b û sext û sarîye
boye mezłûmNasnava edebî hate cembuş ew diłey bêçarekem