emşew le xewma mudîrêkim dî

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 2 Xulek  866 Dîtin
emşew le xewma mudîrêkim dî
saḧêb îdare û sułte û tecellî
mudîr wezîfey xoy tewaw ekird
îşî mîlletî beserçaw ekird
eykird temaşay îşî îstîhlak
fermanî eda serbest û bê bak
řojê day le zeng feraşî bang kird
hate jûrewe temninay bo kird
witî em ẍewẍa û heraye çîye
em xełqe zore îşî be çîye
witî: ehalîn hemûyan hatûn
bo wergirtinî şekir pîda bûn
kwêxakey dwênê řonekey hêna
hatuwe bo şekir êsta wa lêra
fermûy pêy biłê bête jûrewe
ḧurmetî bigre her le durewe
so’alî lêkird le řûy muḧîbet
ḧał û eḧwał û îdare û sîḧet
witî: le sayey lutfî to çakîn
feqet bê şekir gelê hîlakîn
şekirî edatê serî çwar kîlo
ełêy fiłan kes: emîşe bo to
eger îşeke awa nebwaye
be meramî xoy şekirim edaye
feraş dûbare eçêtewe jûr
dîsan temena ekat le ḧizûr
ełêy fiłan şêx qurban hatuwe
dû řebe nokî bo to nardo
dête jûrewe ewestê satê
serî sê kîlo şekirî edatê
kesê kaẍezî dostêkî bênê
serî dû kîlo şekir esênê
emênê ehlî feqîr û hejar
miskên û zelîl, jinî hetîwbar
mudîr ’aqłe ke eyan bînê
be cêgay umêd kesyan nabînê
ełê mey’adî şekir nemawe
be bîtaqeye hemûy nûsrawe
îtir be hîç kes şekir nadrê
biřon beyanî şekir edrê
weqtê sibeynê feqîr û hejaj
eçnewe serî be çar û naçar
mudîr bîtaqe lay xoy da’enê
yek be yek îsmyan exwênê
be heşt serxêzan be sed muşeqet
kîloye şekir eda be řeḧmet
eger feqîrê şikway xoy bika
lêy ’aciz ebê hem řîsway eka
ełê hey weḧşî bo ’eqiłit waye
boçî kargey şekirim le laye
ḧikumet çî dawe her ewe edem
me’lum ḧeqî kes be hîç kes nadem
kesê gwêy lêbê ełê ’adle
saḧîb wîcdane xeylê ’aqłe
yaxwa qanun û îdarey weha
xwa neyda be kes nebê mubtela
ke em ḧałem dî me’lum bû le lam
bêdar bûm le xew be gurcî hestam
weqtê eřwanim małî xomane
le kwê mudîrew, kame dîwane