gyane

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  1933 Dîtin
1
gyane, metirse, wa şewî
piř tirs û lerz
barî newî
le lûtkey berz.
ordûy besamî tarîkî
wa xerîkî
gyaneławe
le gişt lawe.
wa xerîke zebruzengî
şewezengî
heřeşey zor
bitwêtewe be tîşkî xor.
hewrî tofan û benałe
keř û lałe
le astî xorî řûnaka
wa řa eka.
gyane, sibey ke řoj bowe
le asowe
jyan xakî
be rûnakîy
beyanî geş
girte baweş.
řewayewe dengî besam
be bay aram
bûjayewe gułî nakam.
gyane, ewsake ebînî
ke wa jînî serfirazî
tenya bo tîşkî asoye
bo mine gyane, bo toye
ewey be xew emanbînî
hatote dî:
kam lûtke zor berze, gyane
bo dił eykeyn be hêlane
le naxî gyan û hestewe
qurbanî asoy řûn ebîn
heta mabîn be bestewe
goranîy «xor» ełêyn bo jîn.
2
gyane, wityan: «em behare
cwê le pare
parî bêdeng
şûmî wişkanî û bê’awî
parî diłteng
win bê nawî
dwabřawî».
hemû wityan: em behare
derûn xoşî lêwe dyare
beharî nyaz û awate
bûkî awedanî û hate
firîştey bext û hîwaye
xoşîy hemûmanî tyaye
ewî dûre lem behare
’umrî tare.
bełam gyane, em behare
diłî minî lê bêzare
herçend ekem û ekoşim
xoşîy xełkî lê nanoşim.
diłî min û diłî ewan
dûrin wek asman û řêsman.
madam «bê tom» em behare
min her «wişkîm» lêwe dyare.
beharî par bû ke xoşîy
xoşewîstî be min noşî
boye tenya beharî par
ekem be dyarîy yadgar.
çunke lay min gułî behar
lew şwêneye, lêyetî yar.