heta key gîrewey beḧrî gunah bim to xwa bes bê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 2 Xulek  363 Dîtin
heta key gîrewey beḧrî gunah bim to xwa bes bê
segî dergahî xotim ey ře’îsî enbya bes bê
be ’asîm têmege xakî berî pêtim be can û dił
qebûłim ke leřêy xwa ey muḧîbbî kibrya bes bê
yekem zanîwe nem kirdote dû xoy ’alim alẍîb e
îtir tobem qebûł ka saḧîbî erz û sema bes bê
heway nasaze wiryabe be sur’et meyxere cunbuş
heta keştî niqum nebwe leřêy xwa naxuda bes bê
le kûrey dozexî dunya suta cerg û henawî dił
hewayî sazgarê bêne ey badî seba bes bê
tenûrî xaneyî sînem hełî qirçan řeẍîfî dił
ewendey zor begermî damexe ey nanewa bes bê
cenabî ḧezretî axun teme’ xistûtye fak û fîk
bese bes bê şepoř û şînî deştî kerbela bes bê
hetakey ey nezanî zî xeber îẍfalî ’alem key
lejêr perdey ’îbadet desbiřîn ey na mela bes bê
be zahîr zahîdî zuhd û be batîyn gurgî meřxiwardû
bese des hełgire bê xêr gunahî jêr ’eba bes bê
bese em qewme cahîle be ḧîle hełfiřîwandin
xuday ’alem xeberdare bese ey řûsya bes bê
řefêqan wa hemû řoyîn û ême bo sefer mawîn
were řû keyne qapî xwa îtir înkarî xwa bes bê