lelay kê ’erzî şekwa kem çi danayê çi zanayê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 2 Xulek  507 Dîtin
lelay kê ’erzî şekwa kem çi danayê çi zanayê
le daxana le sînemda nema ḧerfê elîf bayê
çi teqdîrêke řûydawe zemane wez’î gořawe
çi ’esrêkî weha şûme peşêwawe le her layê
nemawe merce’ê ewza’î kem wez’im bika tedqîq
dehoł ekutim be her dû dest ke çî dengêkî lê nayê
le nałey hewr û lafawe ke îmřo nageřê cûtim
le bê baranîye westawe aşim girmeyî nayê
ebê çerxîş nemabê boy lemew la qa’îyde û qanûn
weya tenha le ḧałî min fełek her çawî hełnayê
bełê lem ’esreda ferqî nîye bazařî zêř û zîw
nema qedrî qedirzanê be qedrî danexurmayê
le dunya tê bigey ya tê negey herdûkî yek nirxe
nema ferq û firûqêkî çi kałayê çi bałayê
hezaranî lejêr xaka řizanwe fîtneyî dewran
eger tozê ḧeyay mabê bese her řoje zawayê
eger mêjû temaşakey ezanî pêşřewt çon bû
le kwê ma şêrî şêr’efken le hîç layê seday nayê
bese to xwa bese şekwa ledes gerdûn bebê ’efwa
ke gerdûn xoy le gerdanî ẍem û qehraye dernayê
bika çarey minî bêçare bełke çare sazim bê
nemênim ba lejêr destî bełay e’layî ewlayê