fełek ger bîdewê bo muddetê me’mûrit ka řojê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
492 Dîtin
fełek ger bîdewê bo muddetê me’mûrit ka řojê
ebînî zorî pê naçê lepiř menfûrit ka řojê
şerabî ’eyşî dunya key wefay bo kes bû ta axir
ebînî ’aqîbet ey kakî xom mexmûrit ka řojê
be seřřafî zeman key î’tîmadî pêkirawe qet
le xot to bê xeber weqtî ḧisab meẍdûrit ka řojê
be naz û xoşî řabwêrî lenaw qewm û gel û xwêşa
ke çî hîç zorî pê naçê le yaran dûrit ka řojê
eme dunyayî dûne key wefay birdote ser ta ser
mebe meẍrûr heta axir eger mesrûrit ka řojê
lelay ehil û qebîlet muddetê herçende şîrîn bî
ebê bo nîşî ’alem herwekû zenbûrit ka řojê
şikim piř fîtne û aşûbî dewranit heta key bê
weha namênê dewrê dê fełek destûrit ka řojê
eger ehlî selamî řêy selaḧet bigre ta mewla
wekû «xał»y beřeḧmet qebrekey piř nûrit ka řojê