diłê da’îm xeyałî sercemî her řûyî leyla bê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
564 Dîtin
diłê da’îm xeyałî sercemî her řûyî leyla bê
be naçarî wekû mecnûn ebê her şêt û şeyda bê
lenaw ehil û qebîley, îxtyarî dûrperêzî ka
řefêqî weḧşyan û wêłî deşt û çoł û seḧra bê
kesê wîstî le ênawî cwanan serfî ’umrî ka
leřêy ’eşqa heta mawe ebê mehtûk û řîswa bê
henasey serdî min pişkûtnî ẍunçey gułî řûte
bełê dem kirdinewey ẍunçe bebê badî seba nabê
cwanim besye mehcûrî xuda hełnagrê takey
ke eşkî çawî min teşkîl bika her sa’etê zabê
wekû min kes heye axo dûçarî derd û mîḧnet bê
seḧer hestim ẍemêkî tir le bextim serlenwê zabê
serî zułfî cemałî řûy ke dapoşî bebê şubhe
weku mangî şewî çwarde be şertê nîwe gîra bê
le şerma danewênî ser beda’îm deste’ejno bê
le řûy yara gułî baẍî îrem nextê ḧeyay mabê
dîsan pêm xoşe mesrûrim le ewza’î zeman ’urfîNasnava edebî
eger ew diłbere emřo leser ’ehd û wefa mabê