birader ’eşqibazî û sebûrî ger çî zeḧmet bê
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
2 Xulek
568 Dîtin
birader ’eşqibazî û sebûrî ger çî zeḧmet bê
ebê ’aşiq leřêgey ’eşqewe da’îm behîmmet bê
neka xoy muflîsî ber çawî yaran û řeqîbanî
weha pîşan bida da’îm bewêney zeř beqîmet bê
mede gwê te’neyî eẍyar le tîrî taneyî bedkar
le bîrim dê ke ustadim wehay fermû be řeḧmet bê
eger yarî diłaramê le řêgey ’îşwe û naza
le řûxoşî û cewanîda be řûḧsûkî bilîmet bê
îtir bakî nîye hergîz le dunyada heta mawe
dûçarî bîrî taney naḧez û lome û melamet bê
hedef bê sîne bo tîrî mujey diłdarî her xoşe
bełê ya herçî badabad eger qesdit muḧîbbet bê
neka bed’ehdî û sistî le řêgey ’eşqibazîda
bewêney şêr le meydana wekû řostem behełmet bê
le şimşêrî biroy diłdar ebê perway nebê ’aşiq
le saḧey ’eşqibazîda çîye ba cergî letlet bê
serumałim eger biřwa lepênawya nîye bakim
le gułzarî gułî řûy wergirim firset ẍenîmet bê
bełê eş’arî ’urfîNasnava edebî safe wek awêney řûy yar
ebê pêy î’tiraf bikirê eger nextê ḧemîyet bê