çi řûydawe le min fikirim hemîşe mat û xamoşe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  778 Dîtin
çi řûydawe le min fikirim hemîşe mat û xamoşe
ebê teşwîşê řûy dabê ke wa em hoşe bêhoşe
ełên sebre berî şîrîne herçend pêşřewî tałe
eger řaste bo em sebre diła xêra ke têkoşe
suraḧî piř le xwênawî cigermî kirduwe emca
ke çî pêşim ełê ya şêx şerabî wesłe bînoşe
eger cennet be minnet bê temennay qed nekem şerte
cehennem ger be şimşêr deskewê wełłahî pêm xoşe
eger řûy min be zerdî neqşî kêşabê behay zore
wekû sûrî gułî řût bê ewa zêřêkî meẍşûşe
weku perwaneyî dewrî çiraẍî řûte bêçare
emîn be bawefaye dił nekey herzanî mefroşe
eya sofî gunahî min eger her ’eşqibazî bê
xuday ’alem û adem guneh bexşa û siřpoşe
diłî birdim be řûxoşî weham zanî bext berze
ke çî hîç pêm nezanî bû ke wa yarêkî zor tûşe