yaxîbûn

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1671 Dîtin
temen beharî parawe
xwên germ û geş:
qułp eda, zewqî hestawe
endamî leş
hemûy çawe
***
kułim û lêwî, piř dem, bo maç
hawarî bêdengî leşin.
bełam sed dax
arezûy birsîy bêbeşin.
***
serinc tînû, tînûy kuře!
naxî derûn, cêgey giře
serinc şêtî temaşaye
řêgagre, berełaye!
***
serinc tînûy kuřî qoze
wekû minał:
ałoşî leş zor giřoze
maxolane û dabîn nakirê
şeqam hemûy be xoy nagrê!
***
qij, kurtîyekey, kuřanîye
etekêtêkî şeřanîye
sipêtîy pişt milî nask:
çêjkey maçî durawdûre
tamî xozgey berew jûre!
***
memk sirke
saway singî dem be wiřke!
memk hare û kiras edřê!
cergî pyawî pîrîş ebřê!
***
yaxîbûnî sedey nwêye
mînîcobî jûr ejnoye
mînîcobe, kiras kurte
germay leşî nîweřoye
henasey kuř legeł axa
bo mînîcob çî dernaxa!