diłim sûta le ’eşqî ew kewa zerdey kemer çîne
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
501 Dîtin
diłim sûta le ’eşqî ew kewa zerdey kemer çîne
serî zułfî heta ber pê leser yek çîn leser çîne
sutawe xaneyî sebirim kiłukoy damra sîne
bese taqet nema to bî xwa řût hênde menwêne
diłim gum bû bedûya zor geřam û taze ḧałî bûm
lenaw gêjawî beḧrî ’eşqî xota bûTeksta ne aşkira meyxinkêne
hezar ałay şî’arî mah û xor hełka musułmanim
řefêqî hem nefes, biřwa nekey! wełłahî bê dîne
ełên wa yar bedestî xoy ebexşê şerbetî aştî
eger zehrîşî bê eyxom le dest ew yare şîrîne