paybendî kirdûm zułfanî têk aławî to

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  507 Dîtin
paybendî kirdûm zułfanî têk aławî to
çon cigermî pare kirdiwe tîẍî tazesawî to
zeḧmete řizgarî bê carêkî tir bê muşkîle
ta qyamet ew kesaney kewtine bendî dawî to
çawekem destim le xom hełgirtuwe lew řojewe
serfî ’umrî xom becarê kird leřêy û pênawî to
řêy xełas bûn zeḧmete neydîwe ta îmřo kesê
derbiçê lem ayn û oyn û mekir û bendubawî to
dawî zułfî toye dił çwar mêxeyî kêşraweTeksta ne aşkira
ba bimênê her lenêw zincîrî pê besrawî to
bezrî bextim çend weşanduwe nayete berhem ebed
takû aw nedrê belêşaw mezre’ey kêławî to
qed nekey baweř gile řûyda leřûyî cehlewe
tacî serme çawekem diłgîr mebe pêławî to
çend peroşim ew şewey kewtote naw burcî meḧaq
řewneqî řûy wek hîlal ew demey şarawî to
seru û ’er’er quř bipêwin danewênin řûyî şerim
ger lenaw baẍa ebînin qeddî çûn lawlawî to