bira her çonê bê dewranî napak

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  320 Dîtin
bira her çonê bê dewranî napak
be naçarît eba etxate jêr xak
le destî merg xelasît nabê hergîz
egir şwênit bigate ewcî eflak
were bo tecrube ser dînî ême
leřêy ḧeq girtina hîç nabî ẍemnak
be zarî û şînewe hełse direnge
bifermû řû le qapî şahî lewlak
gunahê ke kirdûte le dunya
le kołit da’emałê giştî serpak
were naw kořî yaran û ḧerîfan
be destûrî ewan bê tirs û bê bak