cwananî xał û mîl řiştû kewêkî naw kej û herdin

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  544 Dîtin
cwananî xał û mîl řiştû kewêkî naw kej û herdin
le bo řawî emane ’aşiqan seyyadî binberdin
eya bulbul to meftûnî gułêkî, min guł endamê
ke awazî min û to herdû yek awazî hawderdin
wefa key buwe le lay cwanan hetakû çaweřwanî bin
cwanan herçend şîrîn bin û lakîn ḧeyfe diłberdin
nexoşîy zerdûyî zor dûre le lale, teḧeyyûr mam
çîye ’îllet ke em laleřûxane bo çî řeng zerdin
cwanim, em hemû qeherey le destî towe çêştûme
bexway ’alem lebîrim naçê takû se’atî mirdin
diła herçende řûkirjin le arada řeqîb laçê
cemalî řûy cwanan herwekû awêney bêgerdin
eme çi şitêkî me’lûme diriştî ’eybe bo cwanan
feqet yarî min û to ey birader herdû xał wirdin
eya ’urfîNasnava edebî ewet zanîwe wesłî yar muyesser bê
hemû derdê le dił eřwa le wextî des le mil kirdin