hetakey goşegîrî xełwet û xom tûşî sewda kem

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 2 Xulek  585 Dîtin
hetakey goşegîrî xełwet û xom tûşî sewda kem
le bazařî ’eşqida şořşî emcare berpa kem
yehûdî mezhebêke wa minî xistote beḧrî ẍem
be hîç corê lenaw em gêjî beḧre řêge dernakem
xeyałî şewqî řûy neyhêştuwe ḧerfê le sînemda
lemewla serlenwê wa çake tedrîsî elifba kem
le dest em kafre cêgam le ser erza nema naçar
wekû ’îsa berew řûy asmanî çwaremîn řakem
be kam we’de û we’îdî em xwagirtuwe bikem baweř
meger estoy le padaşa ḧewaley tîẍî mewla kem
lelay dulberim bêzare lêm, lay řeqîb diłşad
serim suř mawe lem wez’em, lelay kê ’erzî şekwa kem
ke wa yarim zwîr bê taqetî cerîşî nebê naçar
dił û dîn û ’eqił mawe ewîş emca berełła kem
muḧîbet małî wêran bê be carê têkełî xwên bû
be naçarî legeł em derde debê ta ser mudara kem
eger derd û ẍemê dîwme becarê bîxeme teḧrîr
ebê dîsanewe min defterêkî taze înşa kem
xudaya destigîrim bî le zumrey sałḧanit bim
ne’emErebî bêjim be tenhayît xuda ḧaşa ke ḧaşa kem
leber qapî keremta hełtiruşkawim wekû ’urfîNasnava edebî
xudaya nemkujî ta řû le qapî şahî lewla kem