dyarîy em care

bo «n»y xoşewîst
Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  1810 Dîtin
leser řêgey geřanewem
çî bê dyarîy serdanewem?!
bo em care
bo newrozî em behare
çî pesendî yadgare?!
çî bo berim?
bo ew yare
zor nazdare?!
paş geyştin
çî bê dyarîy pêşkeşkirdin?
çî bê gułî dił û destim
bo taqaney xoşewîstim?!
***
kuř û kiçî cût dezgîran
destyan lenaw destî yeka
gułî xoşewîstîy jyan
eken be berokî yeka.
serçawey dił bextyarin
bo awatî beyekgeyştin
diłxumarin
awî baxî gyan edêrin
em bo bûkî, ew zawayî
dyarîy yektir heł’ebjêrin.
***
le şeqamî řazaweda
çawî dû dił, serinc eda
wird egeřê
ta dyarîy yar hełbijêrê.
koga cwane
hołî xawên, firawane
babetî etekêtî taze
cêgey naze
beşî zorî bo kiçane
bo kuřî dûr le diłxiwaze
bo diłdarî wek min ẍerîb
bangikerêkî dem be řaze
***
em kogaye
cêy ser peřî leber çawe
nawî «bûkî» le xoy nawe.
ba bizanim dyarîy bûkî
êskisûkî
minî tyaye
em kogaye?
le bofîyey şûşebenga
lenaw taqî řengawřenga
le řûy camxaney qeşenga
dyarîy cwane û xo der’exen
betaybetî bangim eken!.
***
ew milwankeye pêm ełê:
bo gerdinî gelê cwanim
zor demêke, min pesendî
dest û diłî diłdaranim
em sefere
bo yareket min hełgire
min nyanim!
min qedrî gerdinî berzî
çak ezanim.
ew mustîleyeş bang eka
were bo lam
bo to tenha minim meram
bo pencey cwan û naskî
yaranî tir her min lwam
lepêş çawî cwanî ebim
hawdemêkî gyanî ebim
to diłdarêkî hejarî
nirxim herzane, bimkiře.
min hełgire!.
***
ew guł’estêrey sersinge
le dûrewe çaw da’egrê
ełê: çît kird kat direnge
xawenekem hełmi’egrê
destim berê.
le min cwantir ebê kê bê?
bes bigeřê
bo şwênêkim, cê nizirgey
gişt diłdare
nawnîşanim, şwên û cêgey
lewanî tir, zortir dyare.
***
dił pêy witin:
girane lam pesendikirdin
êwe şayen be yarim nîn
be diłxiwazî, nazdarim nîn
ebê çî bê le dinyada
bo cwanî ew bête kiřîn
kam şit nirxî zor girane
bo xoşewîstîm herzane.
***
leser řêgey, geřanewem
canta, amadey seferim
çî bê dyarîy serdanewem?
çî bo berim?
bo em care
çî pesendî yadgare?
bo em care:
em hełbeste
pêşkeş bê bew xoşewîste!.