dwêşew le xewa dîm senemê nazk û nazdar

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 5 Xulek  641 Dîtin
dwêşew le xewa dîm senemê nazk û nazdar
şîrîn dehenê ẍunçe lebê wek gułî gułzar
canim be fîday bê nekû carêkî hezar car
bo ew qede, ew qamete, ew lêwe şekerbar
lakîn le diła mat û melûl, ’aciz û ẍembar
nazk senemê çawî wekû nêrgisî şehla
gerden be mesel ’eynî wekû gerdinî mîna
qamet çi qyamet çi biłêm qamete hełsa
destikirdeyî ustadî ezel ḧezretî mewla
dûr bê le bełay çawî bed û te’neyî eẍyar
qabîl nîye medḧî çi le ḧusna çi kemała
em new’e cemałe nebuwe hîç le xeyała
ew qamete barîke bełaye nekû bała
guł guł wekû tawwuse le neqiş û xet û xała
dûr bê le bełay çawî ḧesûdanî bed efkar
lew şemsî řuxey şemsî felek nextê ḧeya ka
dewranî becê bêłê berew koy ewê řaka
şu’ley ke leser erze berew řûyî sema ka
lazim nîye ḧacet be zya řewneqî naka
dunyaye çiraxane şew û řojî be yekcar
legeł ew ḧosin û cemałe ke heye řût û perêşan
bîbîne leser tewqî serî takû be daman
bem bînîne bû małî min û ’alemê wêran
řojim buwe ’aşûr û be kuł kewtime giryan
bo ew gułî nazdare wekû ahûyî tatar
emca nezerim kirde cemałêkî bizřikaw
ałoz û tewaw perş û peşêw perçemî jakaw
lem lawe bo ew lawe çemawe qedî lawlaw
wek tûle nemamê le ser û jêrî çem û aw
bê berg û liq û popî řizîw şwênî serewxiwar
firmêskî eřişt ’eynî wekû hewrî beharî
lêm pirsî biłê pêm çîye wa girye û zarî
zarim be fîday tengî wekû ẍunçeyî zarî
dek mułkî silêmanîNava taybet hemû bê be nîsarî
esbabî çîye ey senema girye û azar?
ew wexte ke dîm agirî berdaye gyanim
her ew deme bêxud lepřa lał bû zimanim
bew daẍewe wa axrî hat weqit û zemanim
haware ewa derçû le ten řoḧî řewanim
nałem eçuwe çerxî fełek gunbedî dewar
pêm gut senema behrî xudawendî nedîwe
bew ḧusin û cemałey ke xuda dawye be êwe
cwabî bide ey řoḧî řewan lew dem û lêwe
firyam kewe řoḧim le beden derçû be pêwe
ẍem bû bû enîsim ẍemî toyş lêm buwe serbar
řoḧim be fîdat bo çî weha mat û ḧezînî
esbabî çîye ey senema çaw be girînî
wa mat û melûlî şew û řoj goşenşînî
xozgem bewe emzanî çîye bo çî ẍemînî
mirdim le ẍema xełqe dexîl firsete hawar
lêm hate cwab û gutî min maderî kurdim
me’lûme ke perwerdekerî kurdî neberdim
bêşk nîye êste ke ebînî řuxî zerdim
sed xozge be sed xozge ke min zûtir emirdim
nemdyaye newem bibne esîr xadmî xwênxiwar
min maderî kurdanî zeman her wekû şêr bûm
şêranî neberd daykî kuřî kurdî neberd bûm
jêrdestî newey min bû hemû memleketî řûm
êran û hemû mułkî xeta xakî qeraqûm
embexşî hemû tacî serî qeyser û serdar
mîran û şehanê ke leser em erze ejyan
kurdanî newey min bûn leser kursîy dewran
lew beḧrî řeşe bigre heta xakî xozistan
bê ẍîretyan axrî gişt derçû le destyan
êste ke zelîl, zar û zebûn ẍemgîn û lêw bebar
ew wexte ke min bîrewerî daykî weten bûm
fermanderî dewr xanmî ser mułkî xuten bûm
kes nawî nebû ẍeyrî nejadî min û min bûm
bexwa îtir musteḧeqî defin û kefen bûm
êstem ke ebînî şew û řoj ’aciz û bêzar
her řołeyî min bûn le cîhana hemû pêşřew
da’îm le ḧeşemda wekû şahî key û xusrew
êste ke hemû xadmî dergahî em û ew
birsî û řeş û řût, bê xeber û çawî piřî xew
bew new’e ebin bo gelî bêçare mededkar
’îbret bike bîbîne were daykî dirawsêm
dapoşrawe endamî serapa le zeř û sîm
emca were binwaře minîş řûtim û birsîm
eyzanî ke çî bûm û emêstake ke min çîm
ewladî ewan bûn hemû salar û be serdar
ẍeyr min newekem giştî leber buxil û ḧesadet
xałî le wefa, dû řûyyan bote ’îbadet
destî teme’ û tebnyan lê buwe ’adet
jêr dest ekewn derçû ledest ḧukmî syadet
besye kuřekanim bibne darêkî berdar
bo xatrî xwa besye lemew lawe ḧezer ken
em tewsîyeyî daykî xotan nextê le ber ken
zû hîmmetê em xake le bêgane be der ken
ey řołe kiławî ebedî merdî leser ken
řołe were ẍîret ke xêra min bike řizgar
ey řołe eme ẍîrete min lêwe ebînim
serpoşî serim bote sema ferşe zemînim
zû ke were naw hełmetî merdane bibînim
serkewtinî xotan û gelan takû emênim
ẍîret biken û des biden û bênewe berkar