letawî ’eşqî newciwanane wa terkî dyarim kird

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  628 Dîtin
letawî ’eşqî newciwanane wa terkî dyarim kird
sebeb naçarîye wa kuncî xełwet îxtyarim kird
bese bulbul menałe, nałe bot nabexşê te’sîrê
minîş wek to bo gułřûyê demêke întîzarim kird
hetakû êste nemzanî berî darî ’eşq tałe
le bê’eqłîmewe bê tecrube wa zehrî marim kird
letaw derdî fîraq şerte îtir şertim biçête ser
le bazařî ’eşq ladem, ewa qewl û qerarim kird
herçîm bû serf kira yekcar leřêgey ’eşqibazîda
dił û dîn mabû lam tenha ewîş qurbanî yarim kird
nifûzî fikir û hoşim bû ke serfî řûy cwanan kem
řewacî sikkey qełbe û le sermayeşî xesarim kird
řeqîbim tîrî tane ger bihawêjête ser ferdim
ḧewałey cûte cûte û tersekey kabray beharim kird