cejinit pîroz bê be diłêkî xoşî
bo cejnî qurban muqabîl bo hendê dostan
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
2 Xulek
1346 Dîtin
cejinit pîroz bê be diłêkî xoşî
şerabî ’eyşî û sefa binoşî
îmřo řojekey cejnî qurbane
řojî şadîye û des le milane
ba yektir bikeyn gerdenazadîy
newek řû bida lepiř cudayî
bira etewê beřastî bijîn
têrtêr dû lêwî yektir bimjîn
eme qanûnî cejnî qurbane
le beyna îtir diłgîr nemane
ta le karaye dewranî fełek
wek bira bijîn bigrîn destî yek
biram xêrake heta firsete
biřon bo lay yek deste be deste
emca dey saqî piř ke camî mey
beyadî caran lêwe peyapey
mutrîb toyş xêra be neřey karney
kê ezanê sebirim key buwe key key
lê de dexîle bê tirs û bêbak
bam em ḧesrete nebeyne jêr xak
lê de muqabîl gerdin bilûrê
çon cejin bê pêk bot heł’esuřê
lew şerabey wa bê durd û safe
bewêney gonay kenîşkecafe
beyanî cejin pêş weqtî seła
lê de camî mey ’îllet la eba
ewweł řoj lê de şerabî gułřeng
takû le cejna nemênê diłteng
newek şerabê bida serxoşî
becarê dunya û dînit bifroşî
lew şerabe bê ke wa řeng ałe
be her çwar mezeb noşî ḧełałe
hemû dostêkim cejne pîrozî
pîroz bê yaxwa le gişt azîzî
’urfîNasnava edebî bê çareyş le kuncî xełwet
bimênê da’îm bo derd û mîḧnet