bîstim le nawçey xakî kurdistan

pêşkeşe be mamosta necmeddîn mela
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 2 Xulek  518 Dîtin
bîstim le nawçey xakî kurdistan
şarêkî tya bû cwan û awedan
pyawêkî lê bû zîrek û zana
nexwêndewarî nehêşt lenawa
be têkoşan û hewłî xoy ejya
çawî le małî kes nebû esła
xêrxiwahî beşer bê de’ye û metłeb
xoş xulq û řû xoş erbabî edeb
qena’et xwah û daym goşegîr
bo mesłeḧetî ’am, nesîḧet pezîr
řencî ekêşa řoj ta êwarê
meqsed nehêłê nexwêndewarê
le ḧucreyekî tenha û derbeste
amşoyan ekird deste be deste
be řûyekî xoş be qisey zor cwan
hatuçokerî bûbû senaxwan
jûrî tarîkî řûnak kirdewe
be ’esay hîmmet goy ebirdewe
ewî ḧerfêkî hełnedekřiřan
xwêndinî fêr kirdin be dû sê zuban
leber têkoşîn se’î bû dersî
zor car be şewîş ema be birsî
gelê şew çawî nedeçuwe xaw
xoy ehêştewe bê nan û bê aw
xizmetî dersî bo em û bo ew
feriztirî ezanî le xwardin û xew
zor kes le pîr û cwan û îxtyar
le sayeyewe bûn be xwêndewar
lizûmî nîye te’rîfî meke
ewî gutûme le hezar yeke
kesê le řêgay xwêndewarya
têkoşê be can be dił bê řya
kurdêk bem core têkoşanî bê
ẍemî nejadî leser şanî bê
kurdêk meqsedî xizmetî gel bê
ew xizmeteşî be can û dił bê
kurdêk têkoşê bo xizmetî ’am
takû gelekey biga be meram
bełkî le sayey ’îlim û edeba
perdey cahîlî lenawa laba
padaşî eme lazme hemwan
ḧurmetî bigirin be dił û be gyan
le paş mirdinî bikirê tîmsalî
bimênê yadgar lebo emsalî
newek teḧrîkî serserî bikirê
le qapî û cêgay berdî tê bikirê
le cyatî xizmet xirape kirdin
em kare karî pyawî namerdin
ew kesey be ḧeq wîcdanî pak bê
eger saḧîbî xulq û îdrak bê
lem nesîḧetem zor baş gwê bigrê
çawê hełbiřê ẍîret wergirê
baş bê weya xud baş nebê latan
îtir xotan û xuday xotan
qisey em şexse le řêgey ḧeqe
le qedîmewe qisey ḧeq řeqe
qiseyan xoşe pîranî pêşû
bo řêge û banman ebê be têşû
nazanim kê buwe emey gutuwe
wadyare zorî řeḧmet bo çuwe