nûrî mahim bû ke kîsra hem medayînî şika

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  502 Dîtin
nûrî mahim bû ke kîsra hem medayînî şika
nek medayîn her becarê dîn û ayînî şika
nawî yarî min ke kewte naw giłîsay ’îsewe
zû le îman wergeřa, qes kołekey dînî şika
asman ew wexte dî yarim le sedrey munteha
řewneqî meh, zînetî xor, qedrî perwînî şika
herke qewsî taqî ebroy bû be mîḧrab û îmam
îbtîday elḧemdî xwênd û ḧerfî amînî şika
ger lenaw baẍa çiraxî řewneqî řûy hełkirê
qîmetî guł, boy sunbul, řengî nesrînî şika
nawî ferhad kewte bezmî xusrewî perwêzewe
qîmetî bazařî ḧusnî şoxî şîrînî şika
quř be ser feẍfûre, yar zułfî be řûda şane kird
tûre, tûre, çîn be çîn, bazařî maçînî şika
’urfîNasnava edebî lew satey le yarî bawefay dûr kewtuwe
boye bêçare becarê ’eqłî pêşînî şika