ya řeb řûřeşim min gunabarim

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  336 Dîtin
ya řeb řûřeşim min gunabarim
le ḧizûrî to zor şermezarim
zatî pêẍember egate firyam
çunke ’ebdî tom umêdewarim
keremit zore bo ometî xot
gewre, feryadřes, bige hawarim!
her to şaf’î le řojî meḧşer
le řeḧmetî to minîş beşdarim
na’umêd nabim afrîdey tom
her zatî ḧeqe wîrdî ser zarim
ḧîlmîNasnava edebî feqîr û pîr û uftade
kewtûm le mało kiz û hejarim