pyawêkî řezîl małî xo nexor
małî xo nexor bo çekme bor
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
5 Xulek
1361 Dîtin
pyawêkî řezîl małî xo nexor
pîs û naşîrîn awławî û şiř û mor
dewłemendîş bû her wekû qarûn
naşîrînîş bû be wêney meymûn
řojê le řojan jinî nexoş kewt
lejêr cêgeda wek teraḧ lêy kewt
hawarî ekird bo sî û cigerê
eywîst lay qesab mêrdî boy bikřê
mêrdekey hełsa çuwe lay qesab
çuwe dûkanê be pirsyar û cwab
bo sî û cigerê małman nexoşe
gelê hîlake zor boy peroşe
qesab zor dama witî bexêr bêy
sî û ciger nema bo wa direng dêy
eme çend sałe min tom nedîwe
çilon bû hatî petit piçřîwe
be pare hêşta hîçit nekřîwe
weha ezanim her xewt dîwe
her sî û cigerê be çwar qerane
xwa hełnagrê gelê girane
biçore kerkûk lewê herzane
lay qesab başî be dû qerane
kaẍez enûsim biřo boy bere
eme zor başe bê derdî sere
kabra em qisey gelê pê xoş bû
řûnakî tê kewt řûmetî sûr bû
be pele hełsa çû bo małewe
çawî hełbiřî jin le pałewe
witî kwa ciger kwanê بۆە hênam
pyawekey witî hey kerî nefam
eçim bo kerkûk lewê herzane
her sî û cigerê be dû qerane
bêne çend pyazê legeł dû sê nan
bo twêşûy řêga nemirim le birsan
hełsa be pele kewşî kirde pê
her be çalakî řast buwe le cê
řêgay kerkûkî weha girte ber
gwêy şoř kird řoyî be wêney maker
be mudey sê řoj geyşte ewê
demî êware nizîkî şewê
be her çonê bû çuwe lay qesab
kaẍezî daye bê su’al û cwab
le dway xwêndinewe naye ser çawî
witî ey řêbwar bo wa şêwawî
yaxwa bexêr bêy be ser çawanim
minîş ḧazir em û fermanim
birdîye małewe bo beřêz kirdin
êware nanyan bo ḧazir kirdin
ew şitu mayewe le małî qesab
witî ey mîwan hîç megre ’etab
sî û ciger lêre ger bê girane
her sî û cigerê be dû qerane
le ber qesabî kakî silêmanî
emin ḧazirim bo her fermanî
eme yek qeran legeł twêşûy nan
name enûsim be her dû çawan
le beẍda ciger gel herzane
ya be xořayye ya be dû ane
kabra bew qise gelê diłxoş bû
hełsa namekey hełgirt boy derçû
geyşte beẍda be her çonê bû
řoj zor germa bû serî sûtabû
řoyşte małî qesab başî
day le dergayan zor be hêwaşê
wiłamyan dayo wityan fermû jûr
yaxwa bexêr bêyt řêbwarî dûr
nanyan ḧazir kird çayyan lêna
sifreyan řaxist çêştîyan dana
le dway nan xwardin ca norey xew bû
hoy řêgay dûr bû gelêk hîlak bû
ew şewe lêy xewt ta wekû seḧer
řoj buwewe hełsan be bê derdî ser
qesabîş hełsa cilî kirde ber
beyeko řoyîn le mało bo der
řêgay dûkanyan weha girte ber
bo firoştinî çen ser bizin û meř
qisabîb witî لاۆ mîwanim
heste ba biřoyn řoḧî řewanim
ewa birsîme wa nîweřoye
emřo xwardinî nayabî toye
çuwe małewe qesab û mîwan
jinî qesabîş hat berew pîryan
witî be mêrdî fermû bo heywan
demuçaw bişoyn xawên û cwan
paşan danîştin mêzyan řazano
xanmîş danîşt le nizkyano
witî be mêrdî bîxoy ya lêy deyn
kamyan lat başe hełse ba bîkeyn
jin be mêrdî wit bikutîn zor başe
wityan be mîwan nebî çewaşe
mîwan way zanî lêdan bo ewe
xwardin nenûsa hîç be diłîyewe
be her çonê bû dû tîkey lêda
ewsa řast bûno her sê le cêda
çûne ser qebrê le bin dîwarê
hełnebesrabû wek hîn hejarê
le lay qebreke dû têła hebû
wêney kutekî ser qîrawê bû
le qebryan da takû hîlak bûn
qûtyan nema ewend mandû bûn
hatne derewe wityan ey mîwan
ezanî bo çî wehaye lêdan
em jinî mine ewe mêrdî bû
dayîm cil diřaw pê pêxawis bû
nanî ne’exward çêştî nedîbû
be dayîm hîlak sikî birsî bû
eme małîyetî were bîbîne
feřş û firûş û mis û mesîne
eme jûrêke piř le fatûre
jûrêkî tirîş piř le ẍexfûre
de sindûq ałtûn yazde sindûq zîw
be milwên nutî sed dînar řizîw
çend tapoy miłk mekîney cûtan
çend hî dirwêne le geł sed fedan
her çî qesabî şarî beẍdaye
hemû dest mayey êmey le laye
yekê dewłemend bêy û ger neyxiwa
mîwan ebînî debê wa biřwa
kabray sî û ciger zor dewłemende
pêkenînî hat be zerdexende
xwaḧafîzî xwast le qesab başî
hełsa û řoyşit zor be hêwaşî
tifengêkî baş espêkî kiřî
çuwe lay xeyat sertapay biřî
tûle û tancî legeł xizmetkar
řêyan girte ber em şar û ew şar
katê geyîne wiłatî xoyan
le dergayan da hatne pîran
jinekey witî hey to fiłanî
mêrdekey minî cigerit bom hanî
sî û cigerî çî ’eybe bexwa
her çîyekman heye eyxoyn lemewla
min kût û to gê le beẍda heye
îtir lemew paş her çîyekman heye
jine tobe bê řezîlî nakem
ebî xercî kem ewey peyday kem
aferîn ḧîlmîNasnava edebî bo em hîmete
bo pyawî řezîl zor nesîḧete
ewey bîxwênî ya gwêy lê girê
bo serfî małî ẍîret eygirê