çemen yek bare xamoşe xiroşî bułbułan ba bê

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  2359 Dîtin
çemen yek bare xamoşe xiroşî bułbułan, ba bê
dił emřo mat û medhoşe xwa fesłî gułan ba bê
eger meylit le sermane çi ḧacet abî ḧeywane
le lêwî le’lî canane ḧeyatî cawîdan, ba bê
nemawe ḧałet û jînim le des çû řoḧî şîrînim
řefîqan bên biken şînim seday girye û fuẍan, ba bê
esîrî tarî gîsûtim hîlakî çawî cadûtim
şehîdî têẍî ebrûtim desa ’îsay zeman, ba bê
bîḧemdîlla gułî ře’na, şikandî řewneqî leyla
biłên mecnûnekey şeyda ře’îsî aşqan, ba bê
zemane bezmî řendane bide saqî be peymane
le ber te’zîmî meyxane biłên pîrî muẍan, ba bê
ela ey aşqî medhoş wekû tahîrNasnava edebî mebe xamoş
le ber sozî diłî piřcoş, newayî mutrîban ba bê