fesłî xezanî hîcre řesmî zemanî dûne
Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
1 Xulek
1649 Dîtin
fesłî xezanî hîcre, řesmî zemanî dûne
derdî fîraqî yaran, teqdîrî kaf û nûne
dunyaye řesmî waye, bezmî wekû bełaye
’eyşî hemû cefaye, bade be řengî xûne
gułe řefîqî xare, şerabe piř xumare
gence enîsî mare, bew bonewe be bûne
bêzare ten le hîcran, çawîş piře le giryan
çi bikem ’elacî qurban? dił ’aciz û zebûne
meylî fîraqî «narîKes» dunya wehaye karî
em çerxe piř le şûre, erkanî wajgûne
şîrîne wesłî yaran, çunke degate hîcran
nazanî řoḧim emma, çend tał û tirş û tûne
le jêr xema mewêste, fermû destit bihêne
xizmanî şadmane, tahîrNasnava edebî mat û zebûne