1

Li pirtûka:
ÇekuşWeşênî ŘoɫeKujraw
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 13 Xulek  1154 Dîtin
hozî kurd qaremanî zorî dawe be mêjûy dunya, wekû: zerdeşt, kawe, sełaḧedînî eyûbî û babekî dîn, em dastanem le babet kawey asnigerewe: wiłatî êran şewezenge, dagîrkerî bêbezeyî ke wek sêberî şeytan beser hemû wiłata meynetî kêşabû, komeł kiřukep û bê deng milî danewandibû bo zor û sitem, bełam na... gel teslîm nebuwe çaweřêye, çaweřwanî destêkî ałahełgir lem ḧałane gelî êran wek awî ser awir ecoşê, bełam hełneçuwe, çaweřwanî hełçûne, çaweřwanî derfete. ba pêkewe serêk le baregay ejdîhake bideyn.

― min ejdîhakim behêztirîn pyawî ser zewî, xawenî teyartirîn sipah û xawenî xwên û mał û jyanî hemû xełkî êran, min emanem hemû heye, tenya şitêk ke nîme diłe, dił, min hergîz, nazanim bezeyî çîye?

tenanet bawkîşim her bedestî xom kujra be xencer zigîm hełdiřî,... bê deng bin, bê deng bin, ezanin boç bawkim kuşt? çunke xerîk bû amojgarî ekirdim, le řiqî xuda eytirsandim, min le hîç şitêk netirsam, û xoşîşim le çarey kesêk naye ke amojgarîm bika... tê geyştin çim gut?!

―bełê... bełê:

― na... tê negeyştûn eger bitanzanyaye çî ełêm hergîz ew kare xirapane ke le kenarî koşkî mina be şewda řû eda, hełne’ekewt! dwêşew nîgabanî taybetî min kujrawe - ax çendem řiq le kurdokaneye. şertim kirduwe xwênî hemûyan le teşt kem, kurdok yanî ser bezêwî...

― ha tîrim tê egirin?! kê bû...?

kwanî nîgahban...? derkî ḧewşî koşk bibeste mehêłe kes lêre biçête derewe...

bo hemûtan başe eme bizanin ke êwe gewreyanî wiłat, eger ta se’atêkî tir bom dernexen kê em tîrey girte min, hemûtan leser borcêkewe ber dedeme xwarewe - îtir min eřom xotan bîrî lê bikenewe...

― bełê beser çaw

― bełê bełê beser çawan...

― hemû tawanî ew kurdokaneye. hemûman be kuj eda eyanewê legeł ejdîhake bimankene dujmin.

― wam pê başe ferazî kuřî kawe bideyne des ejdîhakewe. gyanî xoman lê řizgar bikeyn.

― bełê waye

― bełê naçarîn wa bikeyn

***

― to... kurdokî le’netî axir leber çî xerîk bûy bimkujî...?

― çunke dagîrkerî, xwênmijî, bedaxewem ke tîrekem nepêkay, emeş nehatêkî tire, swênd be ehoramuzda heta ewřo hergîz tîrim hełey nekirduwe...

― celad... celad... were le gerdenî de...

bełam na - bem core zû gyanit derneçê, to ebê bew êş û derde bimrî... ehay celad her řojê kemêk goştî leşî lê bikewe, cêy birînekeşî xwêy pêwe bike. ta gyanî der’eçê.

le meydanî şara birsî û tînû bîbestinewe.

― min le mirdin bakim nîye segî çepeł, diłnya be gyanit berew cehennem be zûyî beřê ekirê. dagîrkerî çepełî tirsinok.

― lêy de celad bîkuje... lêy de yałła... to...

― ax... ax

― ax... ax ewramizda...?!... xot wiłatekem biparêze... ax: ey mîhrî gewre... ey parêzerî hozî arya diłî birakanim piř ke le tûřeyî û tołe... ax

― feraz, kuřim řołey beşerefim çonî?!

― dirûd bo kawey mezin

― yewaştir qise bike kuřim yewaştir

ferazî kuřit mawe... ax bełam řenge dwa henasey bê, zor tînuwe babe... dexnikêm seraserî leşim... ax - birîne, katê xoretaw ekewête ser zamekanim... ax awatî merg exwazim kawey mezin.

― na... na řołey şîrînim na... to nabê bimrî, to ebê bijî hêşta karman zor mawe, min hatûm řizgarit kem.

― babe gyan... karî min lewe tê peřîwe.

― ha bigre... kemêk aw bixowe, ba hêzit bêtewe ber xot,

― ha... axîş... ah... min xom beser pêwe nagirim, demarim xwênî têda nemawe, eger toş le kołim key nîgebanekan emanbînin û dernaçîn. ha... na... na bedaxewe kuřim bêhêzî çawî bênûr kirdûy, dena ebû bizanî ew nîgabane bałaberze kêye?!... carê ba dest û pêt bikemewe kuřim...

― yanî... nîgabaneketan kuştuwe?!

― bełê... bełê kuřim.

― ax...

― bełê kuřim xwên darî azarî aw deda... ba yarmetît bidem... ha... destit bixe serşanim... eha zor çake... hay kardo... were, were toş yarmetîman bide...

― selam feraz...

― ha... kardo ewe toyî?!... dirûd kardo dirûd...

― ha... pele ken kuřim eguncê le nîweşewa nîgabanêkî binêrin... xêra ken...

― min feraz le koł dekem toş le pêşewe wirya be babe gyan.

― zor başe. zor başe... dey ca ba biřoyn...

***

― hemûtan bê’urze û bêkaren, netantiwanî agatan le lawêkî dîlî birîndar bê, le dest hemûtan řay kird, êwe ebê bimirin.

― baştirîn hele, êsta îtir etwanim beserya zał bim, ebê zyatir tûřey kem, min şeytanim agam le hemû şit heye, ba biçme lay...

― hemûtan edeme dest cellad, êwe be kełkî hîç şitêk nayen.

― gewrem, serwerî şayanî serzewî- ẍułamit ezanê kê yarmetî ferazî da û řizgarî kirduwe.

― kêy ey pîrepyaw?!

― biřwane ew çawane ełêy połûy agire

min sam day girtûm... min yekêkim le nokeranî ejdîhak fermanřeway mezin.

― biłê bizanim etewê çî biłêy?!

― qurban ferman bide em xełke biçne derewe be tenya ’erizit dekem.

― tiq tiq, hemûtan biřone derewe.

― bełê qurban... bełê beser çawan.

― ha... biłê bizanim to kêy û çi hewałêkit heye...

― ha... ha... ha... min şeytanim ejdîhak hatûm bo yarmetîy to bełam be mercê.

― şeytan?... biłê bizanim merceket çîye?

― ebê bibîte bendey min, hergîz le fermanî min derneçît! ha...ha

― yanî ebê çî bikem?

― ezanî ke min hemû karêkim ledest dê.

― bełê ezanim to xawenî tarîkî û xirapey.

― aferîn bendey min, aferîn... ezanî ebê çî bikey?! ebê bikujî, bêtawan û tawanbar. ebê dijî jyan û xoşî û bextyarî berey beşer bî, řût le her layek kird ebê gyanleberî têda nehêłî, awayîyan çol key, pyawetî û çake le beyn berî.

― le beramber ewe eto çi yarmetîyekit bo min ledest dê?!

― ha...ha...ha... min desełatit edemê behêzit ekem, temenit dirêj ekem

― ebê beser dujminekanmida załim key.

― eme îtir şeře le nêwan min û ehuramezda, to bendey minî û dujminekanit bendey ewn, hîwadarim ke ême ser kewîn.

― to nabê becêm bihêłî.

― ha...na...na ejdîhak... na... min leser řwałetî nokerêkî taybet hemîşe lelat ebim, wirya be hergîz nabê bezeyît be diłta bê, hergîzawhergîz.

― beser çaw... beser çaw, fermanberdarim.

― ha...ha...ha...

***

― hawinşîtmanîy beřêz, řołey beşeřefî arya ezanin ke sałehaye wiłatî ême dagîr kirawe, bêgane besermana zał buwe, sałehaye ke ême bizeyek nehatote ser lêwman, hemîşe tirsawîn. deste deste birawîne ber tîẍî serbiř û xwênî ałî lawekanman řijawe, aya katî eme nehatuwe xoman le jêr desełatî ehrîmen řizgar keyn?! birakanim mirdin ewe nîye ke gyan le leş biçête der, ewe mirdine ke hestî pyawetî û tołe nemênê, ême eger mil bo zordar danewênîn mirdûyn jyanî bê serbestî wek leşî bê gyan waye.

― min... min berne lay kawe karim pêyetî min berne lay kawe...

― ha... lêy geřên lêy geřên ba bê bizanim karî çîye?... ha biłê bizanim karit çîye... ho be bergeketa dyare to kenîzî koşkî ejdîhakî...? waye?

― bełê, min nawim řamhoye, kargerî koşkî ejdîhakim, hewałêkim bo to hênawe.

― to le kwê min enasî? we çonit zanî min lêrem...?

― le kardoy kuřî tom bîst ke êwe lêre ko bûnetewe.

― kardo... ehay kardo...?

― min lêrem babe, fermayşêkit hebû?!

― to em afrete enasî?!

― řamho...? o to boç hatûye êre?! bełê babe eynasim.

― kuřim carêkî tir hełey wa nekey, nabê kes bem koře nihênîyane ke ême eybestîn bizanê.

― min aryayekî xwênpakim, řaste ke le koşkî ejdîhakda kar ekem, bełam hergîz birakanî xom le bîr naçêtewe û êstaş hewałêkî xoşim bo hênawin.

― kardo qisey em kiçe cêy biřwaye?

― bełê babe, lam wa nîye xeyałêkî xirapî hebê.

― başe biłê bizanim hewałekey çîye kiçim?

― ejdîhak yekcar zor nexoşe, baweř nakem bijît.

― ha... zor baş bû... çake... zor çake...

― tikaye bê deng bin. tikaye bê deng bin, gwê bigirin mirdinî dujmin hewałêkî xoşe, bełam bo ême sûdêkî nîye, ême ke xoşman mirdûyn hestî tołeman têda nemawe, eger ejdîhakîş nemênê mil bo zordarêkî dîke dadenewênîn. dujminî ême lenaw henawî xomanda ejî dujminî ême tirs û xoparêzîye, ebê hewł bideyn le pêşda dujminî naw diłî xoman bikujîn her wek mîhir xuday nûr û piřşingî legeł tarîkî şeřyane, êmeş ebê legeł zordar û dagîrkarî berengar bîn, bełam legeł eweşa mergî ejdîhak derfetêke, tikaye hemû biławey biken, her kes biçêtewe ser îş û karî xoy, wiryay dewrubertan bin.

***

― qurban! pizîşkê hatuwe ełê etwanim nexoşîy ejdîhakî mezin çak bikemewe... çî efermûy?!

― wa dyare hewałî nîye ke heta êsta çend hezar kes hatûn û minyan pê tîmar nekirawe û hemûyanim kuştuwe?

― bo çî gewrem, hemû emanem pêy gût bełam legeł eweşda řazî buwe.

― başe biłê bangî kene naw koşkewe, wa dyare le jyan têr buwe.

― beser çaw qurban...

― selam le fermanřeway mezin ejdîhak xawenî desełat û şiko!

― ha... to ew pizîşkey ke hatûy çarey derdî min bikey?

― bełê gewrem bełê.

― ezanî eger sernekewî çi çarenûsêk dête řêt?

― hemû şitêkim bîstuwe qurban.

― başe herçî eykey bîke.

― ebê betenya çawim pêt bikewê qurban destûr bifermûn wezîr biçête derewe!

― aşam?!

― bełê qurban!

― biřo derewe.

― beser çaw...

― xêra ke dest pê bike, min ḧewsełey diro û delesem nîye.

― serit hełêne ejdîhak, serit hełêne bizane min kêm?!

― ha... şeytan fermanřeway min! le mêje dyar nît, min çaweřwanî hatinit bûm.

― min ew nexoşîyem bo nardûy, to be diłî min nacułêytewe, dîsanîş jyan her mawe karî baş her heye, wa dyare layengiranî awramizda le to behêztirin, to xerîkî şikist exoy, em mebeste ezanî yanî çî ejdîhak? yanî şikanî min, eger to şikist bixoy min şikist exom.

― min le xizmetkirdin be şeytanî mezin xway xirape kotayîm nekirduwe, bełam gewrem min betenyam, ewan gelêkin, toş maweyeke lêm bêxeberî.

― ha...ha...ha... na...na... ejdîhak şeytan bendekanî xoy hergîz le bîr naka, min le diłî toda ejîm, diłî to tenya sengerêke ke lewa min xwam şikist dawe, de diłî toda ferman fermanî şewe, zeng û kîne û xwên řiştine, yanî fermanî min ejdîhak, tê egey çî ełêm?

― bełê gewrem tê egem, bełam em nexoşîye tengî pê hełçinîwim.

― ha... h... ha... heste ejdîhak heste le cêwbaneket řastewe be, to nexoş nî, heste.

― h... ah... xo min baş bûmewe, îtir endamî leşim nayeşê, sipas bo şeytanî gewre.

― min eçme derewe, be řwałetêkî tir dêmewe lat, ebme xizmetkarêkî koşk, bełam dîsanewe eyxemewe bîrit, to bendey minî nabê řaspêrî xot le bîr key, kuştar, tałan, agirtêberdan, wêrankirdin, diłřeqî, çepełî, emanen řaspêrî to.

― fermanit leser serim.

― çawit binê ser yek, min eřom paşan toş heste û biço beşwên karekantida.

―... ah leber çawim gum bû, derk û pencerey koşk bestiran, be kwêda řoyşit, min hîç nexoşîm nemawe, baştire em řasteqîneye be xełk řageyenim, ba dujminanî min lem hele kełk wernegirin... ehay aşam... aşam?

― bełê qurban bełê.

― were, were.

― beser çaw qurban, bełê.

― ebînît ke min çak bûmetewe, heste biřo em hewałe bide be xełk.

― zor xoşḧałim qurban... bełam... bełam... bełam kabray pizîşk?!

― lem base mekołewe aşam... biřo.

― beser çaw, her êsta eřom em mujde gewreye be hemû kes řa’egeyenim, her êsta eřom qurban.

― zûtir... biřo zûtir.

***

― selam le aşam wezîrî beřêz.

― selam řamho.

― ê... wa dyare wezîr le şitêk ekenewe? aya ałozî êwe hoyekî heye?

― ah... řamho, min şitêkî seyrim çaw pê kewtuwe lêm řûne belay her kesêkewe bîłêm biřwam pê naka.

― ew şite seyre çîye gewrem, ekirê minîş bizanim?!

― şeytan, řamho, şeytan! min lem koşkeda sêberî şeytan ebînim.

― pena bo ewramezda, fermût şeytan?

― bełê řamho. ezanî ke ejdîhak çend nexoş bû, hîç bîrit kirdotewe bizanî çon bû le piř çak bowe?!

― ihe... bełê em mebeste zor seyr bû, bełam peywendîy legeł şeytan çîye?

― biłê bizanim řamho to lepêşda em nokeret dîbû ke çend mang lemew pêş hatote koşk?

― nexêr gewrem, bełam ewende ezanim ke zor le ejdîhak nizîke.

― eme şeytane řamho, şeytan! min lem barewe hîç gumanim bo nemawetewe.

― to diłnyay qurban?

― ha... min weha serim lê şêwawe ke tenanet le bûnî xoşim natwanim betewawî diłnya bim, biřwane řamho biřwane şeytan... xerîke berew êre dê.

― uh...