goran û hejar kamyan beriztirin?

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  886 Dîtin

selam le gwêgrî behest û huner perestî bernamey tapo.

kemêk be boney karekemewe û biřêkîş leber eme ke hevał û aşna û řoşnay huner dostim zore, dûçarî hendê kořî wa ebim ke tya da’emênim û gahê pirsyarî weham lê ekirê ke wełamekey nazanim, ya wa ebê ke lenêwan şîkirdinewey û lêdwanî mebestêkî hunerîya mebestî wa dête pêşewe ke le pêşa bîrim lê nekirdibowe. em kořu encûmene biçûk û dostaneye bomin cêgay şewî şî’ir û korî wêjeyî û hełsengandinî hunerî egrêtewew lam waye ew biřwayane ke lew danîştine germ û birayaneda der’ebřiřê, kełkî ewey hebê ke êweş gwêtan lê bê û lêy agadar bin. hełbet eger biřwayekî tirtan hebê û bełgey baştan bo biřwaketan ledestida bê, ême biřwakey êweş benawî xotanewe biław ekeynewe. bem çeşne řayełkeyekî leyek geyştin û hełsengandin le nêwan ême û êweda bedî dê ke zor cêgay kełke û eguncê zor şit lem aługořî biřwayeda řûn bêtewe.

şewêk le kořêkî biçûkî dostaneda em base wêjeyîye le gořê bû ke «pile û payey desełat û samanî şa’îrî «goran» û «hejar» kamyan beriztir û zortire?» bo řûnbûnewey baseke le pêşa bas lewe kira ke şa’îr ebê çi îmtyazêkî hebê bo ewe biçête řîzî şa’îrî başewew hemû pêkhatîn ke şa’îr ebê cige le desełatêkî me’newî ke «hewênî şa’îraney derûnî» etwanîn pê biłêyn, wate cige lewe ke ebê zewq û lêhatûyî siruştî hebê bo şî’irkutin, ebê çend şitî tirîşî hebê ke birîtîn le şarezayî be mêjûy hunerî wiłatekey xoy û wiłatanî tirî cîhan, bo ewe ke bitwanê le serçawey hunerî gelanî tir xoy têraw ka. wa baştire ke zimanêkî zîndûy bêgane bizanê, çunke bew zimanane kitêbî zor sebaret be huner û wêje nûsrawe ke eguncê wernegêřřabêtewe bo zimanekey xoy. tenanet eger şa’îr wergêřřawî dîwanêkî şî’rîşî leberdest bê, natwanê behre le hemû ew cwanîyane ke le esłî kitêbekeda hen werbigrê, çunke her zimanêk şitî weha taybetî têdaye ke bewergêřandin lenaw eçê. ke weha bû şa’îr ebê hem zewqî şa’îraney hebê, hem le wêjey cîhan agadar bê. hewałêk pirsyarî kird sebaret bem řasteqîne ełên çî ke beytibêj legeł eweşa şwênewarî zor gewrey xułqanduwe cige le zimanî gelekey xoy zimanêkî tirî nezanîwe. wełam eme bû lew kateda ekira şa’îrî kurd xoy bê nyaz bizanê le zanyarî û wêjey gelanî tir, çunke jyanî kurd sakar bû. abûrîyekî sakar û komełêkî sakar, bełam emřo lew sakarîyye, ne le abûrîda û ne le komeł û wîstî komełayetîda nîşaneyek nemawe. jyanî kurd pêç û qemçî peyda kirduwe û çarenûsî têkeł buwe legeł çarenûsî cîhan. abûrîyekey gořawe. şarinşînî û bazirganî û sin’et perey senduwe û şa’îrî kurd natwanê xoy biparêzê lew hemû gořane û naçare bo emřo û komełî emřo şî’ir biłê.

«hejar» û «goran» herdûkyan farsî û ’erebî turkî û kurdî ezanin û herdûkyan zimanêkî urûpayî ta řadeyek ke bitwanin nûsrawî ew zimane be bê yarmetî wergêř bixiwênnewe şarezan ke wehaye lem barewe beramber dênewe, bełam eguncê ke «hejar» beser zarawe corbecorekanî kurdîya şarezatir bê, çunke «kirmancî jûrû» ke le êran pêy egutrê «badînî», baş ezanê û le şî’rekanya ke bezarawey kirmancî xwarûn, wişey kirmancî jûrû zor ehênê, wek «bîrkim», «heyv», «şepał», «çeleng»û zor wişey tir; tenanet «hejar» le şêwekanî zarawey kirmancî xwarû ke le’êran «soranî» pê ełên çeşnî «sineyî», «mukiryanî», «hewlêrî», be taybet şêwey «deştî dizeyî» û «silêmaneyî» kełk wer’egrê û belayewe zarawe û şêwekanî kurdî beyekewe cyawazîyan nîye û şa’îrî kurd etwanê le wişey hemûyan kełk werbigrê, em kare le şwênewarekanî mamosta «goran»da berçaw nakewê. ca ya leber kem desełatî beser şêwekanî kurdîya, ya leber eme ke pêy baş nebuwe le şî’rî soranîya wişey kirmancî jûrû bekar bênê.

kořekey ême le dway lêkołîneweyekî zor bem akame geyşit ke lenaw kurda şa’îrêk ke le naskî zewq û cwanî te’bîra bigate «goran» zor keme, be taybet le pêhełgutin û pesnidî cwanî tebî’eta, le basî ewîn û cwanî afreta kes naga be«goran». hełbet ewe ke ełêyn lem řêbazeda goran řêbwarî taqane û çalake, mebestiman eme nîye ke le řêbazekanî tira dwakewtuwe. şî’rî berzî «cîlwey şano» ya «taqe sitare» ya «derwêş ’ebdułła» ya «bo hawřêm bêkes» lew şî’re bê wênanen ke berastî samanî wêjey kurdî dewłemenditir kirduwe û gułzarî zewqî şî’irnasanî beharawî kirduwe. kê etwanê le çend dêřî kurta basêkî řewan nasî weha barîk ke le parçe şî’rî «taqestare»da hatote gořê beyan bika?

eme sebaret be «goran»; hejarîş le herêmî şî’rî ḧemasîda bê wêneye. le řoşnayî em řasteqîneda ke basman kird bem akame geyştîn ke «goran» şa’îrêkî lîrîk (ẍenayî)ye û «hejar» êpîk (ḧemasî)ye. herkam le herêmî xoyana desełatdarin; bełam katê «hejar» la eda bo şêwey «ẍenayî», ya «goran» řû ekate mełbendî «ḧemasî», kemêk le berzayîyekeyan kem ebêtewe. řenge «goran» le şî’rî ḧemasîya kem desełattir bê ta «hejar» le şî’rî ẍenayîda.

şitêkî tirîş ebê bikutrê, ewîş emeye ke «hejar» le «şêwey nwê»da tewaw kem desełatî xoy nîşan eda û «goran» lem şêweyeda lepêştire ta şêwey ’erûzî bełam le şêwey ’erûzîşa şî’rî gewrey xułqanduwe.

be hîway ewe ke biřway xotanman be bełgewe bo binûsin.

ta ḧewtey dahatû xwatan legeł.