gewere şêt

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1056 Dîtin

hemû hawînêk awayîyekey ême çend řojî seretayî cimucûłêkî tê dekewt; her dûkes ke ekewtine yek, bas ebû be basî «gewere şêt». le kanî jinan, leser xirmanan, le mizgewt û ḧucrey feqêyan, le hemû şwênêk basî gewereşêtyan dekird. gewer afretêkî şêt û sergerdan bû kes neydezanî sê werzî dîke bo kwê eçê û çon ejî; tenya ewe aşkira bû ke ew yekem řojî hawîn legeł yekem giznigî xor leser aso derdekewt, kemêk leberzayî ser gořistanî awayî ra’ewesta û çawî mandû û şiłejawî beher çwar lay gořistanekeda egêra. bay beyan şiřołî cilubergekey ra’eşekand, lew kateda le xuday kułułî yonanî kon eçû, paşan wek xewnêkî piř matem ehat bo naw cergî awayî û legeł xoya hezar efsane û raz û xeyałî le diłî danîştuwanî dêda ebûjandewe. ewaney wa temenyan zortir bû eyangut gewer temenî le sî tênapeřê, bełam zor ḧestem bû kesê řwałetî têkşikawî gewer bibînê û biřwabem qiseye bika, etkut be nûkî gasnî řojgar, çîmenî sersewzî tewêl û gonay hezar kûzî xwar û çewtî têkirawe, betaybet nîgay bê gyan û bê derbestî ke net’ezanî tews û twancî pitir têdaye ya riq û tûřeyî. hergîz nebû ke to gewer bibînî û tirûskey bêtîn û tîj têpeřî zerdexendeyek le ser lêwî nebê, bełam ew zerdeye zû hêlaney wişk û çołî lêwî becê ehêşt û ebwewe be peykerey xem û derd. hemû mêjûy jyanî ademîzad, hemû serkewt û têşkanêk leyek katî kurta ewende melî nîgay to le çawtewe hełfiřê û bigate ser wişkaroy ruxsarî ew, wek birûskey şewêkî be hewrî behar, řoşin ebû û egujawe.

min hemîşe betasewe bûm, wek meraqêkî wedî nehatû em wîst bitwanim qisey legeł bikem, çunke zorim efsane û dastan sebaret bem afrete bîstibû, yekêk eykut cinoke destyan lê weşanduwe, yekî tir eykut ḧezî le gencêk kirduwe û pêy negeyştuwe, leber eme şêt buwe, bełam hîçkam lem dastanane bo min cêgay biřwa nebû. řojêk awatim wedî hat; katê ke beyanî zû wek hemîşe eçûm ta le bêdengî beyanîya kemêk le kenarî rûbarî biçûkî qeraxî awayya dabnîşim û hendê bîr le hełpey bêwçanî ademîzad bikemewe, nerme ahengî awî rûbar ke dengî ew peřî dîwarî połayînî temen be gwêy miřova eçênê û serî berzî çya ke legeł çen pełe hewrî sipî û nezoka raz û nyazyetî û hergîz ademîzad nazanê ke siruşt çî le diłayew bem bê dengîye ke le hemû hawarêk, le hemû bangewazêk beriztire, eyewê çî be ademîzadî serlêşêwaw biłê?!

kêşêkî behêz kêşamî û le pał destya daymezrandim, bê ewe rûy werbigêřê û bizanê min kêm, kutî:

―«toş le tenyayî weřez bûy?»

hîç dengim nekird. dirêjey da:

―«bełê ademîzad zorbeyan tenyan, legeł eweşa ke beřwałet hezar hevał û xizim û kes û karyan heye.»

lam seyr bû ke afretêkî şêt em qisane bika. be espayî û be çeşnê ke neysiłemênmewe pirsîm:

―«toş tenyay?»

be tewsewe rwanî bom û dîtim ke le nizîkewe ekirê cařî cwanîyekî nemaw le zewî piř le xał û xewşî dem wiçawya bedî key.

kutî:

―«ewsałeş her em werze bû ke ew řoyşit û min tenya kewtimewe.»

beduwdiłyewe pirsîm:

―«ew kê bû?»

dyar bû bîrewerî tałî hatote xuroş û ser řêj eka. kemêk çawî be dewrupşita gêřa û katî diłnya bû kesê be dewru piştimanewe nîye, kutî:

―«kořpekem, korpey nazar û xoşewîstim!»

dengî etkut le jêř çałêkî bê binewe dêteder; kip û xemawî bû. leser qisekey řoyşit:

―«bawkim zor dewłemend bû; zyatir le dîwexanî aẍabû, beharêkî sewzî xeyaławî ke yekem beharî gencî min bû, feqê marf hate awayyekeman û hêndey pê neçû ke min û ew diłman da beyek. hawîn hat û germay ewînî êmeş legeł germay hewa her hat û zortir bû; bełam bawkim amade nebû min bida be feqêyek kebe watey ew neydezanî kuřî kêyew le kwêwe hatuwe. layekim ewîn bû ke bangî ekirdim bo beheştî xeyaławî hemîşe behar, ew lay tirim bawkim bû ke leber çawim bibû beřwałetêkî dizêw û heřeşey lê’ekirdim ke hengaw nenêm bo lay ew gułzar û behare ke nawî ewîn bû. kutim kemin genc bûm, gencêkî tazesał û nemdezanî lem naweda çî bikem.

ba serit nehênme êş; min paş dû sał bibûm be daykî kuřêk ke legeł feqê marfa etkut sêwêkin û kirawin bedû kutewe, bełam feqê marf her ewende mêrdî min bû; paşan řoyşit û minî tenya becê hêşt. katê korpekem bibû be heşt sałe, lepiř nexoş kewt; min parem nebû ke bîbeme lay duktor, bawkîşim lêm berqida kewtibû û mawey ew de sałe qisey legeł nekirdibûm, tenanet ew řojeş ke çûme lay dawam kird pareyekim bidatê, be twancewe kutî em kuře bawkî heye, bo dawa le feqê marf nakey parey duktor û dermanî bobda? pařanewe û giryanî min diłî wek berdî bawkimî nerim nekird, katê geřamewe, goşecergim, somay çawim le cêgakeya...».

wa dyar bû nayewê leme zyatir qise bika, çunke bêdeng bû û çawî biřîye gořistanî ewpeřî. rûbareke tawî beser kişabû û lepêkenînî twancawî afretêkî kuřmirdû eçû.

ta ḧewtey dahatû xwatan legeł.